Riha – Şandeya Hikûmeta Demkî ku duh derbasî Kobanê bû, bi rayedarên Ewlehiya Hundirîn a Kantona Firatê re civiya û mijarên entegrasyonê nîqaş kirin. Li gorî agahiyan biryar hate dayîn ku li gundewarên Kobaniyê 3 xalên hevpar bên avakirin. Rojnameger Mihemed Cerade dorpêça li ser Kobaniyê bi bîr xist û anî ziman ku Hikûmeta Demkî hê jî agirbestê bi cih neaniye û ev yek jî li pêşiya pratîkbûna entegrasyonê asteng e.
Komên çekdar ên giredayî Hikûmeta Demkî ya Şamê di 6ê Çile li dijî taxên Kurdan ên Helebê dest bi êrişan kir. Komên çekdar piştre jî li dijî bajar, navçe û gundên Rojava êrişeke berfireh dan destpêkirin. Li dijî êrişan Rêveberiya Xweser a Rojava banga seferberiyê kir. Piştî banga Rêveberiya Xweser li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên Kurdan rabûn ser pêyan û nêzî meheke ku gel li qadan in.
Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo rawestandina êrişan û pêkhatina agirbestê ket nava heweldanê. Berxwedana gelê Kurd, Hikûmeta Demkî ya Sûriyê neçarî peymanek nû ya agirbestê kir. Ji bo bi dawîbûna şer û pêkanîna entegrasyonê di 30yê Çile de bi navbenkariya Amerîka û Fransayê peymanek hate îmzekirin.
Şandeya Şamê bi Hêzên Ewlehiyê re hevdîtin pêk anî
Li gor xalên hatine diyarkirin peyman dê di 2ê Sibatê yanî îro bikeve meriyetê. Hevpeyman li ser esasê entegrasyona herêmên Rêveberiya Xweser û hezên HSDê bi Hikûmeta Demkî re, saziyên jiyanî, rêveberiyê û dibîstanan pek tê. Li gorî peymanê xisûsiyeta herêmên Kurdan jî dê bê parastin. Di çerçoveya peymanê de duh şandeyeke leşkerî Şamê serdana Kobanê kir û bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Firatê re hevdîtin pêk anî.
Rojnameger Mihemed Cerade ku li Kobanê rojnamegeriyê dike derbarê serdana şandeya Şamê de li Kobanê û rewşa dawî ya Kobanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Hêz hevpeyman neketiyê meriyetê’
Mihemed Cerade diyar kir ku di serdanê de li gorî peymanê li ser bendên kontrola hevbeş hevdîtin pêk hatiye û wiha got: “Berpirsê ewlekariyê yê Helebê ku ji şandeyek Şamê pêk dihat, serdan kir. Bi 4 wesayitan hatin Kobanê û bi hêzên asayîşê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de pêkanîna peymanê hate nirxandin û ji bo bendên kontrolên ên hevbeş li gundewarên Kobanê 3 cih hatin diyarkirin. Di demên pêş me de dê erkdarkirin pêk bên. Lê heta niha peyman li Kobanê neketiye meriyetê. Li ser çapemeniyê propaganda dikin ku derbasî gundan bûne lê tiştek wisa tune ye. Hê jî peyman neketiye meriyetê. Li gorî peymanê divê ambargo rabûna lê heta vê keliyê jî rakirina abmargoyê pêk nehatiye.”

‘Ambargoya li ser Kobanê berdewam dike’
Cerade anî ziman ku ambargoya li ser Kobanê berdewam dike û ev yek anî ziman: “Kobanê 15 roj in di dorpêçê de ye. Deriyên sînor girtî ne. Heta çend roj berê jî êriş hebûn. Hewldanên wan ên dagirkirina gundan hebûn. Lê ew 3 roj in êriş rawestiyanê û bêdengiyek heye. Lê rewşa welatiyên di bin anbargoyê de pir zahmet e. Taybet qût kirina kehrebe, av û pêdiviyên bingehîn ên jiyanî, derman û nederbaskirina alîkariyê aloziyeke mezin derxistiye. Taybet welatiyên nexweş ku wan nemane, bi zehmiyetan re rû bi rû ne. Her wiha welatiyên nexweşiya wan a oksîjenê heye jî pir zahmetî dikşînin ji ber nebûna kehrebeyê. Dermanên heyî têrî nexweşiyên welatiyên Kobanê nake. Xwarin û vevxwarin jî hinek alîkarî hatin. Carê 24 wesayit û carê jî 5 wesayît hatin. Di nav wan de jî tiştên pêdiviya welatiyan dabin bike tune bûn. Derman tune bû. Ji bo zarokan şîr an jî pêwistiyên wan tune bû. Zahmetiyeke pir mezin di hûndirê Kobanê de heye.”
Hêzên ewlehiya Şamê derbasî bendan bûn
Rojnameger Mihemed Cerade agahiyek nû jî da û diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên bi ser Şamê ve derbasî her sê bendên kontrolê yên li gundewarên Kobanê ku hatine diyarkirin bûn.













