Droneke Tirkiyeyê cara duyemîn bajarê Meskenê yê kantona Tebqayê bombebaran kir.
Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kir ku Droneke Tirkiyê ya bi navê Bayraktarê cara duyemîn bajarê Meskenê yê kantona Tebqayê bombebaran kir.
Îro serê sibê droneke bi navê Bayraktar a Tirkiyeyê li gundê El Bu’asî ê gundewarê Tebqayê êrişî nuqteyeke HSDê kir. HSDê diyar kir ku di encama êrişê de çend şervanên wan birîndar bûne.










