Îzmîr – Çeçan Topçû yê piştî 34 salan ji Girtîgeha Şakran a Îzmîrê hate berdan qala pêvajoya aşitiyê kir û wiha got: “Kesên ku ji rêya Serokatiyê haydar in baş dizanin ku ev proseya aşitiyê kok, binyad û binesaziya paradîgma û felsefeya wî bi xwe ye. Awayê afirandina wî her li ser avakirina aşitiyeke cihanî ye. Tişta dikeve ser milê me hewldana fêhmkirin û berbelavkirina vê ye.”
Çeçan Topçû 65 salî ye, 34 salê emrê xwe di zindanê de bihorand û xwe li ser sê stûnan bilind kir: xwendin, nivîsandin û spor. Niha li kolanên Îzmîrê bi awayekî azad navê wî olan dide û ev salek e li Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de mamostetiya kurdî dike. Û dibêje: “Madem zeman em bi xwe diafirînin, mirov divê ne qurbanê zeman lê xwediyê wê be.”
Wexma vê kelegerma havînê ya Îzmîrê wekî destekî giran li ser bajêr danîbû. Kolan heta we bivê bêdeng bûn, herkesî xwe li malên xwe xef kiribûn, kesên ji mecbûrî ji derve jî bi nêrîneke ku dişibe hewariyan li sih û stargehê digeriyan. Ji ber germê her kes û her tişt ji derbê ketibû û bajêr xwe ji bêdengî û bêtevgeriyê re berdabû.
Min telefonî Çeçan Topçu kir. Topçu yê ku 30 salan di girtîgehê de mayî, par Îlonê ji Girtîgeha Şakranê ya Aliaga ya Îzmîrê hate berdan. Topçu yê di sala 1994an de li navçeya Wêranşar a Rihayê hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebetê lê hatibû birîn.
Çeçan Topçu, telefon vekir. Dengê wî di nav bêdengiya havînê de wekî bangeke ji dûriyê dihat: “Ez li Rêxistina DEM Partiyê me, li vir ji bo bîranina şehîdên 14ê Tirmehê wê çalakiyek bê lidarxistin. Piştî çalakiyê jî em ê biaxivin.”
Min berê xwe da rêxistinê. Digel ku bajêr di nav bedengî û bêtevgeriyê de bû jî li navenda bajêr, li Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, jîn, hebûn û tevgerekê cihê xwe dida der. Çawa ketim hindûrê rêxistinê wêneyekî Deniz Poyrazê pêşwaziya min kir, Deniz a bi çavên xwe yên rewnaq mîna stêrkan li mêvanan temaşe dikir…
Çeçan Topçu, navê ku ji sih salan di nav çar dîwaran de hatibû gotin, niha li kolanên Îzmîrê bi awayekî azad olan dida…Di girtîgehê de dersa zimanê kurdî daye, niha jî li Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê heman xemxuriya xwe didomîne. Her ku ji girtîgehê derketiye, yek rojê sekin pê neketiye, li her warî û li her derî ye. Lê mirov gelek caran dibêjê qey dilê wî tenê ji bo zimanê Kurdî lê dide.
Çeçan Topçu, dizane ku çîrok divê bêne gotin, deng divê bêne bihîstin û bîranîn divê bêne parastin. Lewma, wiha dest bi çîroka xwe ya 30 salane dike ku ev çîrok ne tenê çîroka girtiyekê her wiha manîfestoya xwebihêzkirin û pê re afirandina azadiya ruhî ye jî: “Ne li zindanê ne jî ji derve, jiyana ku neyê dîsîplînîzekirin nameşe. Dîsîplînê kir ku em di ciheke pêncî metrekare de bikaribin bijîn. Min bingeha jiyana xwe li ser perwerdeya rêxistinê damezrand ku vê perwerdeyê hêzeke bêhempa da min. Wekî din, min xwe ji dûyê cixareyê dûr girt û heya ji destê min hat min jiyana xwe li ser van sê stûnan bilind kir: xwendin, nivîsandin û spor.”
Çeçan Topçu, ev ne cara pêşî ye ku dikeve zindanê, emrê wî 65 e û 34 salên wî di zindanê de bihorî ye. Lê nêrînên wî hê jî têra xwe şewqdar in: “Piştî darbeya 12 îlonê jî min girtin û xistin zindanê. Di “Zindana Amedê ya bi Hejmara 5an de jî” de jî mam. Lê min ti carî nehişt dilê min ê ji bo zimanê kurdî lêdide, bisekine. Ji sala 1978an ve her çi tişta bi kurdî hatibû nivîsîn heta ji min hat min bi dest dixist û min dixwest bi derdora xwe re parvebikim. Di zindanê de jî heta derfet çêdibûn min peyda dikirin û ligel dersa rêzimanê min dixwest li hevalan zêde bikim. Danûstandin ne tişteke ji rêzê ye. ontolojîk û hebûnî ye. Min ev tişta ontolojîk bi kurdî pêk dianî.”
“Me xwe kir perçeyek ji şoreşê”
Çeçan Topçuyê ku dibêje piştî ku mirov qebûl dike, mirov dîl hatiye girtin û ev qad ne qadeke heyfa xwe bi xwe anîn û gevizandina di nav lepên êş û elemê de ye, ev qad qadeke berxwedanê ye. Wisa lê zêde dike: “Jê û pê ve mirov xwe azad û têkoşer hîs dike, êdî tu bi xwe re bi awayeke aşitiyane dijî û tu jiyana bi vî rengî re li hev tê yî. Te mexdûr jî bikin dema tu bi vê rastiyê teşe didî jiyana xwe tu jiyaneke azad dijî. Dema ku ne hêzên desthilatdar lê mirov bi xwe rêgehekê bide pêşiya jiyana xwe îhtimal nîne ku mirov xwe azad hîs neke. Her çiqasî bi awayekî fizîkî em hatibûn dîlgirtin jî, hiş û aqilê me azad bû. Me hiş û aqilê xwe danîbû cîheke bilind û ji bo hiş û aqilê me paqij bimîne em her di nav hewldanekê de bûn. Helbet di zindanê de me nedikarî şoreşê pêk bînin le heta ji destê me hat, me xwe kir perçeyeke ji vê şoreşê û bi vê seknê jî me xwe azad û di nav gel de hîs dikir.”
“Tiştên ez li zindanê hîn bûm wekî Xoce Xizir tên hawara min”
Çeçan Topçû yê çavên wî yên ku ji ber bi salên dirêj ên tarîtiya zindanê westiyabûn şewq didan dema ku dîsa li ser motîvasyona hînbûnê diaxivî ev tişt gotin: “Tişta ku mirov radike ser piyan û dike ku mirov tevbigere baweriya mirov e. Baweriya min jî baweriyeke wisa ye ku divê her ez li xwe zêde bikim û xwe nû bikim. Bi kurtasî divê zemanê ku diçe bigirim û li ser û hûr û kur bibim. Û ji wî halê hûrbûnê, li gorî pêdiviyên demî jiyanekê ava bikim. Min xwe her amade kir ji bo derve, niha derketime û ew tiştên min li xwe zêdekirî gelek caran wekî Xoce Xizir xwe digihînin hewara min. Jiyan di nav lez û bezeke bêhempa de ye. Mirov ji derve jî di hindûr de jî eger nikaribe xwe bighîjîne wê, mirov bivênevê têk diçe.”
“Em ne mexdûr lê teref û alî ne”
Çeçan Topçu, dema qala bûyerên ku dibêje: “xwezî ez jî li wir bûma” dike jî, bi ti awayî naxwaze xwe wekî “mexdûr” pênase bike. Dubare û sêbare dibêje: “Em ne mexdûr lê em teref û alî ne.” Û wisa didomîne: “Zindan cihê mehrûmiyetê ye. Hevjîna min dibêje: ‘kengê min zarokek me zewicand, em hemû bi giştî rûniştin û giriyan.’ Ev ji bo wan trajediyeke mezin bû. Min dixwest dawetên wan bibînim û wekî din ji bilî bavîtiya xwe wekî şoreşgerekî dema gel diherikî qadan û doza mafên xwe dikirin gelek caran min dixwest ez di nav wan de bim. Ne tenê çoş û kelecana gel, di demên êş û eleman de jî min dixwest li cem wan bim.”
Dîsa jî bişîrîneke ji xwe qayîl dibêje: “Li gorî şert û mercan dîsa jî me xwe ji ti tiştî bêpar nedihişt. Guherînên teknîkî gelekî bala me dikişandin. Meselen dema înternet berbelav bûyî me ji nav xwe 2-3 kes pêywirdarkirin me got; ‘ lêkolînê bikin da ku em bizanibin ev înternet çi tişt e.’ Di vê çarçoveyê de piştî ku ez derketim tişta ku herî zêde bala min kişandî leza ragihandinê bu ku bi salan heftiyê tenê deh deqeyan em ji geşedanan agahdar dibûn û jixwe ew jî carna qût dibû ew heqê me jî dişewitî.”
“Mirov divê ne qûrbanê zeman lê xwediyê wê be”
Çeçan Topçu, “zeman” wisa pênase dike: “Zeman bi me ve tekildar e. Ê ku zeman ava û diyar dike em in. Zeman di mejiyê me de tişteke ku me çêkirî ye. Em dikarin bibêjin zeman bi hişê mirov re girêdayî ye, hişmendî ye. Tişta ku zeman dike tişteke watedar, xwe pênasekirina di nav wî zemanî de ye. Madem zeman em bi xwe diafirînin, li her derî û di her şertî de biqiymet kirina wê di destê me de ye. Lewma divê mirov wekî şaheserekê nêzî zeman bibe û li gorî wê şekil bidê. Gelek kes ji derve jî qîymetekê nadin zemanê ku diherike û diçe. Lê min her hewl da zemanê xwe belesebeb xerc nekim. Çawa ku made dixwaze xwe bighîjîne wateyê her wiha zeman jî dixwaze bighîne wateyê. Zeman bi rêkûpêk kirin û tijekirinê xwe dighîjîne wateyê. Ev jî ne bi xweşî û rehetî bi rêya têkoşînê pêkan e. Mirov divê ne qûrbanê zemanê lê xwediyê wê be.”
Çeçan Topçu yê ku dibêje: “Mayîna li zindanê kedek e û ev ked bi xwe re gelek mesûliyetan tîne lewma divê mirov li gorî wan mesûliyetan tevbigere an na wê ev keda bi salan li ber bayê here.” Û wisa qala tişta ku herî zêde jê baldar e dike: “Gelê me gelek caran rêzgirtin û hûrmeteke nedîtî nîşa me dike. Lê vê hûrmetê ji ne wekî şexs nîşa me dikin. Çimkî gelek caran me wekî şexs nas jî nakin, tenê wekî nav me dizanin. Lê ji ber ku me gelek bedel dane û kedkar in. Gelê me kesên di zindanê de jî wekî temsîliyet û nîşaneyeke vê ‘bedel’ û ‘ked’ê dibînin. Lewma rêzgirtina li me wekî rêzgirtina li welat û welatparêzan pênase dikin. Hurmetê didin ‘xwe’ û ‘welatê xwe’ ma me jî ne bo vê li ber xwe da? Madem em di hişî de welat û welatparêzan temsîl dikin divê em li gorî wê tevbigerin.”
“Ji bo xatirê şehîd û azadiya rêhevalên xwe divê zêdetir bixebitim”
Û Çeçan Topçu pê re xwe berdide nav meseleya mesûliyetan û lê zêde dike û dibêje: “Gelek caran neviyên min dixwazin ez bi wan re mijûl bibim. Helbet ez jî hez dikim bi wan re mijûl bibim. Piştî salan dengê wan wekî muzîkeke xweş e li ber guhan. Neviyên min ji min xwestin ez bi wan re biçim behrê, piştî 30 salan min behr dît. Ava behrê da ser lingên min û çû, ji bo demekê wekî ku hemû ked û xemgîniya salan ji bîra min çûn. Gelekî xweş bû lê ji ber ku gelek hevalên me li ber çavên me şehîd ketin û kesên ku me di nav dîwarên betonî de bêhedariya xwe bi hev re ji bîr kiriye yeko yeko hatin ber çavên min. Ez dizanim ku ew ji van xweşiyan mehrûm mane lewma ev ne tenê hesteke mirovane ye, belkî erkeke pîroz e ku li ser milê me tevan e. Dibêjim divê ez hê zêdetir bixebitim ji bo xatirê şehîdan û azadiya rêhevalên xwe yên li zindanê. Di vê çarçoveyê de dixwazim bi awayekî dûvdirêj dest bi nivîsînê bikim lê hê tam min nekariye dest pê bikim.”
“Em aşitîxwaz û mirovperwer in”
Çeçan Topçû bi kesereke kur ku wekî çawa dîsa vegeriya be wan deman behsa bîranînên zindanê dike û dibêje: “Gelek caran her çiqasî me perdeyek dixist di navbera xwe û wan de jî, me ji gardiyanan bihîstiye gotine em dixwazin li nav we nobetê bigirin ne li nav girtiyên edlî. Ew bi xwe piştî pêşdaraziyên xwe têk dibin dibêjin: “Ev ne wekî wan ên din in.” Ji ber ku em aşitîxwaz û mirovperwer in. Me jiyana xwe li ser “xwepararastinê” ava kiriye. Wekî din tiştên ku em ji bo wan têdikoşin jî tiştên meşrû û mirovî ne.”
“Daxwaza min ji gelê me: li xwe vegerin”
Çeçan Topçuyê ku got ku “Heqê min heye ku wekî yekî perçeyek ji civakê, ji civakê tiştekê bixwazim” wisa bang li civakê kir: “Êdî asta oto-asîmîlasyona ku rasterast bi polîtikayên qirêj asîmîlasyonê ve girêdayî, gelekî pêş ketine. Daxwaza min ji civaka me, nexasim ji ciwanên me: vegera li xwe ye. Vegera li nasnameya xwe, li zimanê xwe û çanda xwe. Me wekî gel, gelek êşkence, tehdayî û zilm dîtin. Eger gel hê jî bizanibe ji ber çi me ev dîtin. Bikaribe van di serê xwe de bi awayeke zelal bi cîh bike û vebêje, ev ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ji derve, li nav gel her ku ez dibînim ev hişmendî berbelav e. Ez bi vê gelekî motîve dibim. Çavê min ne li tişteke takekesî ye. Min çi xwestibe ji bo civak û pêşvebirin û geşkirina civaka xwe xwestiye.”
Çeçan Topçu yê ku xwe wekî sosyalîsteke kurd pênase dike, wisa qala perspektîfa xwe ya jiyanê dike: “Wekî kurdekî sosyalîst, min çiqasî hez ji xweşî û rastiyê kiribe, ewqasî li ber ne xweşî û xeletiyê jî rabûm. Li gorî min her kurdê ku xwe wekî sosyalîst bi nav dike, divê pirekê di navbera xwe û nasnameyên rastî zext û zordariyan tên ava bike. Çi nasnameyeke çandî, çi etnîkî, çi zayendî, çi çînî divê her pirekê ava bike û ji wan hez bike û bi wan re di nav hevkariyekê de be.”
“Şoreşgerek encax bi çalakiya xwe bê rojevê”
Çeçan Topçû wekî kesekî ku ev saleke rizgarî tehm kiriye, pêşniyariya xwe ya li wan kesên ku wê rizgar bibin wisa tîne ziman: “Jiyan ew kelî ye ku mirov di rê de ye, dema mirov disekine, jiyan jî disekine. Divê mirov her di nav tevgerê de be û têbikoşe. Çawa darek bi berê xwe, xwe dide hîs kirin. Çawa gulek bi bêhna xwe, xwe dide hîs kirin. Şoreşgerek jî divê xwe bi têkoşîna xwe bide hîs kirin. Tişta ku xweşiyê li jiyanê zêde dike ev e. Meselen ez hevalê Ş. Samet Çelîk bi rêzdarî bibîrtînim. Malbata wî xwestibû bi nexweşiya wî, bi pênceşêra wî, wî bînin rojevê da ku bê berdan. Lê hevalê Samet gotibû: ‘şoreşgerek ancax bi sekn û çalakiyên xwe bê rojevê.’”
Çeçan Topçû di dawiyê de qala pêvajoya aşitiyê kir û wiha got: “Kesên ku ji rêya Serokatiyê haydar in baş dizanin ku ev proseya aşitiyê kok, binyad û binesaziya paradîgma û felsefeya wî bi xwe ye. Awayê afirandina wî her li ser avakirina aşitiyeke cihanî ye. Tişta dikeve ser milê me hewldana fêhmkirin û berbelavkirina vê ye.”