• Nûçeyên Herî Dawî
TJA: Pêşengê vê pêvajoyê em in

TJA: Pêşengê vê pêvajoyê em in

5 SIBAT 2025 - 11:46
Şagirtên xwendegeha kurdî bawernameyên xwe girtin

Şagirtên xwendegeha kurdî bawernameyên xwe girtin

8 HEZÎRAN 2025 - 00:13
Li Arjantînê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

Li Arjantînê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

7 HEZÎRAN 2025 - 22:19
Pervîn Bûldan: Em ji Birêz Ocalan bawer in

Pervîn Bûldan: Em ji Birêz Ocalan bawer in

7 HEZÎRAN 2025 - 18:07
Rojnameger dê Hafiz Akdemîr bi bîr bînin

Rojnameger dê Hafiz Akdemîr bi bîr bînin

7 HEZÎRAN 2025 - 16:19
‘Hestiyên me bidin me’

‘Hestiyên me bidin me’

7 HEZÎRAN 2025 - 15:00
Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin

Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin

7 HEZÎRAN 2025 - 14:18
Kampanya ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ belav dibe

Kampanya ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ belav dibe

7 HEZÎRAN 2025 - 13:58
DEM Partî û MHP: Meclis cihê çareseriyê ye

DEM Partî û MHP: Meclis cihê çareseriyê ye

7 HEZÎRAN 2025 - 12:03
Bijîşkan li Hewlerê dest bi boykotê kirin

Bijîşkan li Hewlerê dest bi boykotê kirin

7 HEZÎRAN 2025 - 10:26
Dayikên cangoriyan: Bila êdî aştiyeke mayînde bê

Dayikên cangoriyan: Bila êdî aştiyeke mayînde bê

7 HEZÎRAN 2025 - 08:51
62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

7 HEZÎRAN 2025 - 08:36
ROJEVA 07ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 07ê HEZÎRANA 2025an

7 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Li Wanê pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin

Li Wanê pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin

7 HEZÎRAN 2025 - 07:49
Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

6 HEZÎRAN 2025 - 18:32
Ekrem Kar piştî 30 salan girtî ma hat berdan

Ekrem Kar piştî 30 salan girtî ma hat berdan

6 HEZÎRAN 2025 - 17:28
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şagirtên xwendegeha kurdî bawernameyên xwe girtin

    Şagirtên xwendegeha kurdî bawernameyên xwe girtin

    Li Arjantînê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

    Li Arjantînê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

    Pervîn Bûldan: Em ji Birêz Ocalan bawer in

    Pervîn Bûldan: Em ji Birêz Ocalan bawer in

    Rojnameger dê Hafiz Akdemîr bi bîr bînin

    Rojnameger dê Hafiz Akdemîr bi bîr bînin

    ‘Hestiyên me bidin me’

    ‘Hestiyên me bidin me’

    Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin

    Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Şagirtên xwendegeha kurdî bawernameyên xwe girtin

    Şagirtên xwendegeha kurdî bawernameyên xwe girtin

    Li Arjantînê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

    Li Arjantînê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

    Pervîn Bûldan: Em ji Birêz Ocalan bawer in

    Pervîn Bûldan: Em ji Birêz Ocalan bawer in

    Rojnameger dê Hafiz Akdemîr bi bîr bînin

    Rojnameger dê Hafiz Akdemîr bi bîr bînin

    ‘Hestiyên me bidin me’

    ‘Hestiyên me bidin me’

    Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin

    Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA: Pêşengê vê pêvajoyê em in

Navenda Nûçeyan /AW

5 SIBAT 2025 - 11:46
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê li Amed û Wanê deklerasyona çareseriyê aşkere kirin. TJAyê diyar kirin ku pêşengê vê pêvajoyê ew in gotin:  “Rêya pêkanîna vê yekê jî hilweşandina sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê û  azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan e. Weke jinên TJAyê em dizanin ku pêşengên vê pêvajoyê em in.”

Jinên Azad (TJA) li Amed û Wanê di çarçoveya pêngava “Jin ji bo azadiya Serokatî, ji bo çand û zimanê Kurdî, li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin” de deklarasyona xwe eşkere kir. Daxuyaniya Amedê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dan. Berdevka Meclisa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û gelek jin tev li bûn. Li ser navê jinan, Hevseroka BDPê Sultan Yaray daxuyanî bi kurdî xwend u wiha got: “Em Jin Ji Bo Azadiya Serokatî Ji Bo Çand û Zimanê Kurdî Li dijî Tundiya Li Ser Jinê Têdikoşin. “

Sultan Yaray anî ziman ku xelasbûna ji krîzên ku ji aliyê Modernîteya Kapîtalîst ve hatine afirandin, encax bi pergala ya konfederal a demokratîk a azadîxwaziya jinê pêkan e. Rojhelata Navîn, îro bi rêya netew-dewletên serdest ên mêr û kapîtalîst,  bi destê sermayedarên ku wan bi rê ve dibin; bi qirkirina jinê, qirkirina çandî, înkar û îmhayê careke din bûye navenda şerê cîhanê yê 3’yemîn. Her çendî weke zemîna nakokiyên herî kûr ên şaristaniya ku xwedî dewlet e  were dîtin jî, divê neyê jibîrkirin ku Rojhilata Navîn welatê hêzên modernîteya demokratîk ên ku modelên jiyana azad û wekheviyê afirandine û ji bo vê yekê berxwedaneke bêhempa meşandine ye. Bi bingeha xwe ya dîrokî ya çanda jina azad û bi cihêrengiya xwe ya ku berxwedana civakî zindewar dike; ew heqîqet bi xwe ye ku em dijîn, dizanin, dibinin kêliya herî nêz a azadiyê di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê jî têkoşîna nûnerên îroyîn ên her du şaristaniyan a ji bo avakirina desthilatdariya xet û pergalên xwe yên îdeolojîk di asta herî nêzîk a serkeftinê de ye.”

Sultan Yaray da zanîn ku aliyekî têkoşînê bi îdeolojiyên xwe yên olî, neteweperestî, zanistperestî û zayendperestiyê, dewletên netewe yên ku çavkaniya hemû krîzên civakî, aborî, siyasî û çandî yên li cîhanê ne, temsîl dikin û wiha axivî: “Sedema kiryarên ku li Rojhilata Navîn û Afrîkayê jinan qetil dike, her malekê vediguherîne pergala zindanê, bi awayeke sistematik tecawiz û qetlîamê li ser zarokan pêk tîne  û  serdema polîtîkayên ku jinan di bin navê azadiyê de îstîsmar dike, keda wan bêqîmet dike, wek meta dibîne û xizaniya jinê kûrtir dike, heman çavkanî ye, pergala modernîteyê ye. Bi geşedanên dawî yên ku li Sûriyeyê pêk tên, careke din hate dîtin ku bêyî xelasbûna ji zihniyeta netewe-dewleta yekperest a modernîteya kapîtalîst, çareseriyeke mayînde ne pêkan e. Piştî hilweşandina rejîma Baas’ê,  Sûriye veguherî  pêvajoyeke wisa ku hemû hêzên herêmî û hegemonîk hewl didin ku ji bo berjewendiyên xwe sîstemekê ava bikin, lê dîsa têkoşîna gelan a azadiyê tê paşguhkirin.”

Sultan Yaray, anî ziman ku li aliyê din temsîliyeta paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk a demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk a ku li Rojava bûye parçeyeke ji jiyanê  û zîhniyeta ku li ser vê yekê hatiye avakirin heye û wiha berdewam kir: “Modernîteya kapîtalîst îro  hewl dide ku me bifetisîne, hêza ku me ji vê taritiyê xelas bike û çareseriyê pêk bîne bê guman afrînerê vê fikiriyatê, Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e ku ji bo azadiya jin û gelan modela jiyana nû bi perspektîfa neteweya demokratîk pêşkêş dike. Bi vê hêz û baweriyê jin û gelê Kurd ku pêşengên modernîteya demokratîk in careke din çarenûsa xwe radestî ti netewe dewletê nakin. Bi Şikandina Tecrîdê re Bidestxistina Azadiya Fîzîkî Ji Bo Jin û Gelan Yekane Rêya Avakirina Jiyana Azad e.”

Sultan Yaray destnîşan kir ku Tevgera jina Kurd,  bi têkoşîna azadiyê, xwe, civak û gerdûna ku tê de dijî watedar dike,  bi rêya vê têkoşînê  jiyana ku dixwaze bijî, rastiya xwe bi jiyana azad diyar dike û wiha  berdewam kir: “Jiyana demokratîk û azad a jin û gelan bi xelasbûna ji zihniyeta modernîteya kapîtalîst a ku netew-dewlet xwe dispêrin, bi pergala konfederal a demokratîk a jinan pêkan e. Armanca Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku em tê de derbas dibin ew e ku vê îdeala jiyanê ji hiş û hestên gel û jinan derxîne û çanda jinê ji holê rake. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn her çiqas bi vî rengî neyê binavkirin jî, ev şerekî nehiqûqî û bêexlaqî ye ku li dijî jinan pêk tê.”

Sultan Yaraş bal kişand ser recîma îmraliyê û got: “Nîşaneya herî şênber a vê jî rejîma îşkenceyê a li Îmraliyê ye, ku bi komployeke navneteweyî ya ku di dîrokê de mînaka wê kêm e dest pê kir û encama polîtîkayên şer ên 26 sal in bê navber berdewam dike ye.  Polîtîkayên qirkirinê yên ku êrîşên qirkirina çandî kûrtir dike, hewl tê dayin ku pergala tecrîdê li her qadêm jiyanê de bê avakirin, gel ji bo fînansekirina şer, mehkûmê birçîbûn û xizaniyê dibin, li dijî rêhevaltiya  Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan a bi jinan re, bi konsepta şerê taybet rasterast bedena jinê, jiyan, ked, çand,  û azadiya jinê hedef girt.  Bersiva jinên ku her dem mehkûmî şîdetê ne, herî zêde bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ne, ji ziman û çanda xwe dûr ketine û dixwazin di tarîtiya feodalîzmê de bên tunekirin, zelal e; bi têkoşîna azadiya jinê re wê tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî pêk were. Li Dijî Tecrîda Tutleq Heta Azadiya Mutleq Pêk Were Wê Têkoşîna Me Bidome.”

Sultan Yaray, li ser têkoşîna li dijî komployê jî rawestiya û ev tişt got: “Xeta têkoşînê ya bênavber ku ji ber komploya navneteweyî bi vê îdîayê didome, polîtîkayên tecrîdê bê encam hişt û di vê pergalê de deriyekî vekir. Piştî 44 mehên ku ji îmraliyê ti agahi nedihat girtin, 3 hevdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêk hatin, encama têkoşîna ku bi pêşengiya  jinan tê meşandin e.  Her çend bi hevdîtinan di nav hemû civak û jinan de hêvî  û moralek mezin avakiribe jî, lê  tecrîd hê berdewam dike,ev yek  careke din nîşanî me da ku divê em têkoşînê bê navber û bi biryar bidomînin. Em daxuyaniyên heyeta partiya DEM’ê û deklerasyona wan a ku ji 7 xalê pêk tê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng dibînin. Ev îradeya çareseriyê wê ne tenê ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe çareserî, ji bo xelasbûyina ji qeyranên pergala gerdûnî jî bibe bingehê modela jiyana hevpar û azad. Ji ber vê sedemê jî divê hewldanên diyalogê yên ku pêk tên  veguhere çareseriyeke mayînde. Rêya pêkanîna vê yekê jî hilweşandina sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê û  azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan e. Weke jinên TJAyê em dizanin ku pêşengên vê pêvajoyê em in û  bi vê pêngava ku me daye dest pê kirin, em daxwaza xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya birêz Ocalan bi çapemenî û raya giştî re parve dikin . Pêngava me li ser bingeha avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê, demokratîkbûna Tirkiyeyê û daxwaza azadî û wekheviyê ya jinan pêk tê, ji bo vê yekê  em ê ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin û li ser vî esasî xwe birêxistin bikin.”

Sultan Yaray destnîşan kir ku dê li ser vê bingehê têkoşîna xwe berdewam kirin û bi van xalan bal kişand ser xebatên xwe yên têkoşînê:

*Em ê pêngava xwe heta şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, avakirina   şert û mercên xebat û jiyana wî ya azad  bidomînin.

*Di hemû dema pêşkeftinê de em ê li hemberî perspektîfên çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ve hatine pêşkêşkirin, xwe berpirsyar bibînin.

*Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û ji bo ku mafên gelê kurd bi makezagonê pêk were, em ê bênavber têbikoşin.

*Em ê li dora perspektîfa çareseriyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, pêşkêşî gelên bindest û jinan, bi taybetî li Rojhilata Navîn dike, têkoşîneke hevpar bi rêxistin bikin.

*Li dijî her cure polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li ser ziman û çanda Kurdî berdewam dikin, em ê nirxên xwe yên çandî mezin bikin.

* Em ê erdnîgariya xwe ya ku hewl tê dayîn bibe navenda feodalîzm û paşverutiyê, zarokên ku pêşeroja wan bi polîtîkayên qirkirinê tê tarîkirin,  ciwan û jinên ku bûne hedefa şerê taybet, bi perspektif civaka demokratîk biparêzin.

* Li ser bingehê tezên azadiya jinê û perspektîfên jinê yên Rêberê Gelê Kurd ku bingeha rizgariya ji qirkirina jinê û qirkirina çandî ye; Em ê hişmendiya zayendî, hezkirina zayendî, jiyana azad û hişmendiya xweparastinê pêş bixin.

* Pêvajoya pêngava  ku me daye destpêkirin heta ku em azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan li ser van hemû esasên têkoşînê pêk bînin wê bidome.

*Gotinên efsûnî yên  JIN JIYAN AZADI ya ku li hemû cîhanê belav bûye û bûye manîfestoya hemû jinên cîhanê, bangawaziya  birêxistinkirina jiyana nû  dike, em jinên TJA’yê bi vê felsefeyê careke din bang li hemû gelên Tirkiyeyê, di serî de jin û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi fikir, dil û çalakiyên xwe beşdarî pêngava ku me daye destpêkirin bibin da ku  ev pêvajo veguhere zemîneke ku em bi hev re destkeftiyên mezin û azadiyê bi dest bixin. “

Wan

Tevgera Jinên Azad (TJA), li Wanê jî bi boneya salvegera Komploya 15ê Sibatê li Eywana Konferansê ya
Tahîr Elçî ya Baroya Wanê deklerasyonek aşkere kir. Di eywanê de pankarta “Jin Jiyan Azadî”
daliqandin û bi projeksiyonê nivîsa “jin, ji bo azadiya serokatî, ji bo çand û zimanê kurdî, li dijî tundiya
li ser jinê têdikoşin” li ser depê hat vedan. Gelek aktivîstên TJAyê tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya Kurdî hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay, metna Tirkî jî Fadîme Polat xwend.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azad” bi dawî bû.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şagirtên xwendegeha kurdî bawernameyên xwe girtin

Şagirtên xwendegeha kurdî bawernameyên xwe girtin

8 HEZÎRAN 2025
Li Arjantînê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

Li Arjantînê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin

7 HEZÎRAN 2025
Pervîn Bûldan: Em ji Birêz Ocalan bawer in

Pervîn Bûldan: Em ji Birêz Ocalan bawer in

7 HEZÎRAN 2025
Rojnameger dê Hafiz Akdemîr bi bîr bînin

Rojnameger dê Hafiz Akdemîr bi bîr bînin

7 HEZÎRAN 2025
‘Hestiyên me bidin me’

‘Hestiyên me bidin me’

7 HEZÎRAN 2025
Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin

Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin

7 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (95)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne