• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

    YRA: Agahî ji du rojnamegeran nayê wergirtin

    YRA: Agahî ji du rojnamegeran nayê wergirtin

    Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

    Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

    Du moşekên Îranê ketin Qibrisê

    Du moşekên Îranê ketin Qibrisê

    Li Wanê zaroka 13 salî winda bû

    Li Wanê zaroka 13 salî winda bû

    Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

    Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

    YRA: Agahî ji du rojnamegeran nayê wergirtin

    YRA: Agahî ji du rojnamegeran nayê wergirtin

    Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

    Li Îranê pergala îdarî têkçû, jiyana girtiyan di xeterê de ye

    Du moşekên Îranê ketin Qibrisê

    Du moşekên Îranê ketin Qibrisê

    Li Wanê zaroka 13 salî winda bû

    Li Wanê zaroka 13 salî winda bû

    Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

    Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJAyê li Stenbolê çalakî li dar xist: Em li dijî dagirkeriyê li cem gel û jinan in

Stenbol / AW

1 ADAR 2026 - 16:18
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de li navçeya Kartalê ya Stenbolê çalakî li dar xist. Aktivîsta TJAyê Gultan Kişanak diyar kir ku jin li dijî dagirkeriyê li cem gel û jinan in û got: “Em li gel Jîna Emînî ne.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) ber bi 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ve çalakiyan li dar dixe. Li Stenbolê bi tevlibûna siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, parlamenterên DEM Partiyê bi dirûşmeya “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnînin” li Qada Neyzen Tevfîka navçeya Kartalê ya Stenbolê çalakiyek li dar xist. Rêveber û nûnerên saziyên jinan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê û gelek jin tev li mitîngê bûn. Jin bi pankarta “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnînin” vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava û Rojhilat” berz kirin. Jin wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Pakîze Nayir vekirin û govend gerandin. Jinan xwest bimeşin polîsan êrişî jinan kir. Li dijî vê jinan li ber xwe da û li qadê daxuyanî da.

‘Em li her derî ne’

Li vir ewilî Parlamentera Amedê Ceylan Akça axivî û diyar kir ku ew 8ê Adarê jinan pîroz dikin û wiha axivî: “Em bi felsefeya Jin jiyana azadî û civaka demokratîk mezin dibin. Desthilatdar sala malbatê îlan kir û xwest jinan di nava malan de fetisîne lê jin nakevîn tenê li malan. Em li herderî ne. Em hene û em dibêjin Jin jiyan azadî.”

‘Em jinên ku ku li Îranê li ber xwe didin silav dikin’

Dû re Gultan Kişanak axivî û wiha got: “Xwestin me dîrokê tune bikin, me ji nava civakê tune bikin lê me berxwe da û dê em ê berxwe bidin. Jin nivê civakê ne, ji destpêka dîroka ve heye, em li vir in. Em dibêjin jin azad nebin civak jî azad nabê. Em jin pêşengê têkoşîne ne û em ê serbikevin. Li dijî şer aştî, desthilatên yekperest em ê herdem li pêşiyên bin. Bajarên me, welatên me dixwazin bikin qada şer. Li Rojhilata Navîn hêzên emperyalîst gelan din av şer de hişt. Li Suriye, Filistin, Rojava û Şengalê me tundiya wan dît. Lê em ê bi hev re serketin. Îro li Îranê pevçuna hêzên hegoman heye. Em jin li herderî azadiya jinan û gelan diparêzin. Jinên ku li Îranê berxwe didin silav dikin. Em jin li dijî dagirkeriyê li cem gel û jinan in. Em li gel Mahsa Aminî ne. Birêz Abdullah Ocalan tevahî cîhanê dawetî jiyanekê hevpar û azad dike. Em jî li vir bang dikin û serketin pradîgmaya netewa demokratîk e. Birêz Abdullah Ocalan pêşiya aştiyê vekir ji bona wê divê pêşiya birêz Abdullah Ocalan jî vebe.”

Piştî axaftina Gultan Kişanak jinan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin û çalakî bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêGultan KişanakParlamentera DEM Partiyê Ceylan AkçaTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bismilê meşa 8ê Adarê: Em ê ked û nasnameya jinan biparêzin

Li Bismilê meşa 8ê Adarê: Em ê ked û nasnameya jinan biparêzin

1 ADAR 2026
‘Em ê li dijî tundiyê û polîtîkayên bişaftinê li qadan bin’

‘Em ê li dijî tundiyê û polîtîkayên bişaftinê li qadan bin’

1 ADAR 2026
‘Em dixwazin jin bi reng û dengê xwe beşdarî mitîngê bibin’

‘Em dixwazin jin bi reng û dengê xwe beşdarî mitîngê bibin’

1 ADAR 2026
Jinan li Êlihê di çarçoveya 8ê Adarê de şahî li dar xistin

Jinan li Êlihê di çarçoveya 8ê Adarê de şahî li dar xistin

28 SIBAT 2026
‘Werin em bi tilîliyên xwe 8ê Adarê pîroz bikin’

‘Werin em bi tilîliyên xwe 8ê Adarê pîroz bikin’

27 SIBAT 2026
Li Mêrdînê çalakiyên 8ê Adarê dest pê kir: Kes nikare felsefeya me têk bibe

Li Mêrdînê çalakiyên 8ê Adarê dest pê kir: Kes nikare felsefeya me têk bibe

22 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bernameya Newroza 2026an diyar bû

    Bernameya Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îsraîlê û Îranê di roja 2yemîn de ye: Îsraîl ragihand ku ji bo kontrolkirina qada hewayî ya Îranê hindik maye TÊ NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ma Music 9 salî ye: Ne tenê akademiya muzîkê ye navenda ramanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê li dijî tundiyê û polîtîkayên bişaftinê li qadan bin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin jin bi reng û dengê xwe beşdarî mitîngê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûxalifên Îranî ji bo Rojhilatê Kurdistanê ‘Statûya Otonom’ pêşniyar kirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îranê kuştina Xamaney piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberê PJAKê: Yekîtiya civakî û siyasî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (25)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne