Piştî agirbesta Îran û Amerîkayê li Qesra Spî alozî û nakokiyên Amerîka û NATOyê hatin nîqaşkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re kiriye, bi zimanekî tund NATO rexne kir. Trump destnîşan kir ku NATO di şerê Îranê de piştgiriya pêwîst neda Washingtonê û careke din gefa vekişîna ji endamtiya NATOyê xwar.
Gefên Trump ên li ser medya dîjîtal
Trump, piştî civîna du saetan ya li Qesra Spî, li ser hesabê xwe yê Medya Dîjîtal peyameke tund weşand û wiha got: “NATO dema ku pêdiviya me pê hebû li cem me nebû. Heke careke din pêdivî çêbibe ew ê dîsa li cem me nebin.” Herwiha Trump bi bîr xist ku ew dikare Amerîkayê ji vê hevpeymaniya ji 32 endaman pêk tê derxîne.
Daxuyaniya Mark Rutte û parastina Ewropayê
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, piştî hevdîtinê ji CNNê re axivî û civînê wekî “pir zelal û rastgo” pênase kir. Rutte li dijî rexneyên Trump NATOyê parast ku welatên Ewropayê bi bikaranîna baregeh, lojîstîk û qada hewayî piştgirî dane Amerîkayê. Rutte destnîşan kir ku piraniya endamên NATOyê daxwaza lawazkirina kapasîteya nukleerî ya Îranê diparêzin.
Rêgiriyên hiqûqî û krîza Gronlandê
Tevî gefên Trump, Kongreya Amerîkayê di sala 2023yan de qanûnek derxistibû ku vekişîna yekalî ya Serok Amarîkayê ji NATOyê asteng kiribû. Ji bo vekişînê divê li du biryara Serokê Amerîkayê di Senatoyê de ji sê dengan du divê biryara hatiye dayîn erê bike.
Trump di peyama xwe de mijara Gronlandê jî anî ziman û got “Gronlandê ji bîr nekin.” Ev yek rageşiya bi welatên Ewropayê re zêdetir dike.
NATO di ezmûneke dîrokî de ye
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt anî ziman ku NATO di şerê Îranê de “hat ceribandin û bi ser neket”. Pispor dibêjin ku nakokiyên li ser vekirina Tengava Hurmizê û piştgiriya leşkerî, têkiliyên Washington û NATOyê xistine nav krîza herî mezin a dîroka hevpeymanê.













