Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrişên komên çekdar ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de anî ziman ku ew dixwazin êriş rawestin û aştî pêk were.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniya li Qesra Sipî de pirsen çapemeniyê bersivan. Donald Trump derbarê êrişên komên çekdar ên giredayî hikûmeta demkî ya Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de li ser pirsen çapemeniyê diyar kir ku ew dixwazin êriş rawestin û got: “Em dixwazin aştî pêk were. Hem ji kurdan re û hem jî ji hikûmeta Sûriyeyê re navbera me baş e. Ew demekê dirêj dijminên hev bûn. Heta niha baş diçûn. Lê ew şer derket. Em dixwazin ew şer bisekine.”













