Serokê DYAyê Donald Trump ji ber ku di şerê li dijî Îranê de piştgiriya ku dixwest bi dest nexist, welatên NATOyê bi “tirsonekî” tawanbar kir û got, “Em ê vê yekê ji bîr nekin.”
Serokê DYAyê Donald Trump ji ber ku di şerê ku ji hêla DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê tê meşandin de bi qasî tê xwestin piştgiriya wan nekirine, rexne li hevpeymanên NATOyê kir û wan wekî “tirsonek” bi nav kir.
Trump di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de weşand wiha got, “Bêyî Amerîkayê, NATO pilingek ji kaxezê ye!”
Trump wiha lê zêde kir: “TIRSONEK, em ê vê yekê ji bîr nekin!”
Trump ê ku bêyî bişêwire û agahiyê bide dest bi şer kir, daxwaz kir ku mutefîkên DYAyê û welatên din alîkariya ewlehiya keştîvaniya deryayî li Tengava Hurmizê bikin.
Êrîşên DYA û Îsraîlê yên ku ji 28ê Sibatê û vir ve berdewam dikin, şer bazarganiya kûrewî serobino kiriye, rê li ber mirina bi hezaran kesan û koçberkirina bi mîlyonan kesan vekir.
Serokê DYAyê diyar kir ku welatên NATOyê naxwazinne beşdarî têkoşîna li dijî Îranê bibin, lê dîsa jî ew ji bihayên bilind ên petrolê bi gazincin.
Trump wiha got: “Ev şer ji hêla leşkerî ve hate qezençkirin û ji bo wan xetereyek pir kêm heye. Ew ji bihayên bilind ên petrolê yên ku divê bidin bi gazinc in, lê ew naxwazin alîkariya vekirina Tengava Hurmuzê ku sedema bihayên bilind ên petrolê ye, bikin. Ji bo wan pir hêsan û pir xeternake.”













