Endanên rêxistin Tehrîk-î Taliban Pakîstan li Pakistanê êrîşek pêk anî. Di êrîşa li dijî qereqolê de 16 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn.
Tehrîk-î Talîban Pakistan (TTP) ku weke Talîban a Pakistanê tê naskirin, li herêma sînor a Pakistanê, li dijî qereqola leşkerî êrîşî leşkeran kir. Di êrîşê de 16 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn. Di êrîşa ku li cihekî nêzî sînorê Efganistanê hate kirin, li gorî rayedarên Pakistanê 16 leşker mirin. Li gorî daxuyaniyê, di şerê sibeha 21ê Kanûnê de komên cîhadîst êrîş birin ser qereqola leşkerî ya li herêma sînor a Veziristan a Başûr. TTPê berpirsyariya çalakiyê li xwe girt û îdîa kir ku 35 leşker mirin.