Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Olûç tekildarî 10ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin serdana buroya Yenîyaşamê ya li Enqereyê kir.
Şandeya hatiye serdanê li odeya mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol lê dixebitî Huseyin Aykol bi bir anîn.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û parlamenterê DEM Partî Sarûhan Olûç tekildarî 10ê Çileyê Roja Rojnamegeran serdana buroya Enqereyê ya Yenîyaşamê kirin. Tulay Hatîmogullari û Sarûhan Orûç ji aliyê xebatkarên Çapemeniya Azad ve hatin pêşvazî kirin. Li wir Tulay Hatîmogullari hatin odeya mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol lê dixebitî û ew bi bîr anîn.
Tulay Hatîmogullari di serdanê de anî ziman ku ji bo Roja Rojnamegeran piştgiriyê bidin xebatkarên Çapemeniya Azad û Huseyîn Aykol bibîrbînin serdan kirinê. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Huseyîn Aykol çinara Çapemeniya Azad e û wiha got: “Huseyîn Aykol hem ji bo tevgera Sosyalîstan û hem jî ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd kesek qedirbilind bû. Em wî li odeya wî, li ber masaya wî, wî bi bîr tînin. Kedeke mezin da. Berhemên mezin afirand û bi hezaran şagirt gihandin. Careke din em wî bi rêzdarî bibîrtînin.”

‘Divê êrişên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bên rawestandin’
Tulay Hatîmogullari di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên hikumeta demkî ya Şamê û komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û wiha pê dê çû: “Li dijî welatiyên sivîl, jin û zarokan êrişên mezin hene. Lê çapemeniya Tirkiyeyê van êrişan berovajî nişan dide û nahêlin raya giştî ya li Tirkiyeyê agahiyên rast derbarê êrişan de bigirin. Em van êrişan şermezar dikin. Divê êrişên li dijî welatiyên sivîl demildest bên rawestandin û li Sûriyê pergaleke ku hemû netew û bawer bikarin bi awayekî wekhev û azad bijîn pêk were. Li dijî welatiyên sivîl, jin û zarokan êrişên li dijî mirovahiyê pekten. Nexweşxaneyên kesên birîndar bûnê jî tên hedef girtin. Divê dewletên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê li dijî van êrişan deng derxîne û ev êriş bên rawestandin.”












