Tûrnûvaya voleybolê ya jinan di roja 3yemîn de bi maçên di navbera Peyas Jin-Çapemeniya Azad û Şaredariya Bajarê Mezin-Şîmelê de berdewam kir.
Tûrnûvaya voleybolê ya jinan îsal cara 2yemîn ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê tê lidarxistin. 21 tîmên valeybolê beşdarî tûrnûvayê bûne. Maçên roja 3yemîn li Tesîsên Şehmûs Ozer ên Amedsporê ya navçeya Rêzan a Amedê hatin lîstin. Endamên meclîsa şaredariyê, alîkarên hevşaredaran û Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol jî di nav beşdaran de cih girtin.
Di roja 3yemîn a tûrnûvayê de jî 2 maçên balkêş hatin lîstin. Di encamên maçên îro de, Peyas Jin 2-1 Çapemeniya Azad û Şaredariya Bajarê Mezin 2-0 Şîmel têk bir.
Roja çaremîn a tûrnûvayê dê saet 18.00an de bi maçên navbera Ciwanên Surê, Şaredariya Bajarê Nû û Jinên Ciwanên bidome.














