Hêzên HSD û Hikumeta Demkî ya Şamê li gorî Peymana 30ê Çileyê ji bajaran vekişiyan baregehên xwe. Piştî Komên Şamê duh ji gundewarên Hesekê vekişiyan derveyî navçeya Şedadê, hêzên HSDê jî li baregehên li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê bi cih bûn. Ewlehiya nav bajaran dê ji hêla Hêzên Ewlehiya Hundir ve bê pêkanîn. Ewlehiya çoltera Kurdistana Rojava jî aîdî HSDê ye.
Pêkanîna xalên Peymana 29ê Çile ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Sûriyê de pêk hat, didome. Herî dawî vekişiyana hêzên leşkerî ji nava bajaran dest pê kir. di 10ê Sibatê de komên Şamê ji dahmenên bajarê Hesekê vekişiyan baregehên xwe yên li navçeya Şedadê. Bi awayek hevdem hêzên leşkerî yên HSDê jî vekişiyan qişleyên xwe yên li bajarên Hesekê, Qamişlo û Dêrika Hemko.
Asayîşê berpirsyarî girt
Piştî vekişiyana hêzên Hikumeta Demkî, Hêzên Ewlehiya Hundir a Rêveberiya Xweser li van deveran bi cih bûn. Her wiha şûna hêzên HSDê yên di nav bajar de jî Hêzên Ewlehiya Hundirîn peywir girtin. Li gorî rewşa nû dê Hêzên Ewlehiya Hundirîn û yekîneyên girêdayî wê yên wekî HAT û YATê dê ji ewlehiya nava bajar berpirsyar bin.
Komên Şamê dê vekişin derveyî Şedadê
Hêzên Hikumeta Demkî ku duh dest bi vekişiyanê kiribûn, li derveyî navçeya Şedadê li baregeheke hatî diyarkirin, bi cih bû. Ji cihên komên Şamê vekişiyayîn jî Hêzên Ewlehiya Hundir bi cih bûn. Bi vekişiyana hêzên leşkerî xalek din a entegrasyonê bi cih hat. Li gorî peymanê HSD û Artêşa nû ya Sûriyê dê di nav entegrasyonê de tevbigerin û xebatên ewlehiyê bimeşînin.













