Amed – Walîtiya Amedê bernameya “Şeva Bîranîna Lehengên Serhildana 1925an” a Komeleya Şêx Seîd qedexe kir.
Komeleya Şêx Seîd dê îşev bi wesîleya salvegera 100emîn a destpêkirina serhildana Şêx Seîd û hevalên wî bernameya “Şeva Bîranîna Lehengên Serhildana 1925an” li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê li dar bixista. Bername wê bi bîranîna nivîskar-çîrokbêj Ayhan Erkmen, dengbêj Hediye Kalkan, Mihemedê Beyro û Sebrî Agirî bihata lidarxistin.
Walîtiya Amedê bi hinceta “xerakirina pergala cemaweriyê” çalakiya bîranînê qedexe kir. Walîtiya Amedê biryarê teblîxî Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat kir.
Komeleyê ji ber vê biryara qedexekirinê bernameyê taloq kir. Parêzerên komeleyê ragihandin ku ew ê li dijî biryarê serî li dadgehê bidin û îtîrazî biryarê bikin.
Serhildana Şêx Seîd di 13ê Sibata 1925an de dest pê kiribû û di 29 Hezîrana 1925an jî Şêx Seîd û hevalên xwe li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatibûn bidarvekirin.