Platforma Ked û Demokrasiyê bi pêşengiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Wanê (OHD) li dijî tayînkirina qeyûman li ber dadgeha Wanê daxuyanî da û got: “Ev nêzîkatiya dijdemokratîk ne tenê bûye pirsgirêkek herêmî. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bûye xetere.”
Platforma Ked û Demokrasiyê di pêşengiya OHDê de li pêş avahiya Dadê ya Wanê daxuyanî da. Platlformê bal kişand ser lêpirsîna der barê Hevşaredarê Mîksê Ayvaz Hazir ku qeyûm tayîn kirine û lêpirsîn wekî gavek dijdemokratîk pênase kirin. Rêxistinên DEM Partî, DBP, TJA û nûnerên saziyên civakî amade bûn. Hevserokê Şaxa OHDê ya Wanê Mûrad Ozçîçek xwend û wiha got: Tayînkirina qeyûman bûye polîtîkaya ku bi rêk ûp êk vîna gel dike tune dike. Polîtîkayên ku bi salane li dijî pirsgirêka Kurd bi nêzîkatiya ewlehiyê tên meşandin, bi bêhiqûqiyê hatin xurtkirin. Ev nêzîkatiya antîdemokratîk ne tenê bûye pirsgirêkek herêmî, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bûye xetere û hêviyên aştiya civakî.”
Divê hevşaredar zû bên ser karên xwe
Murad Ozçîçek anî ziman ku herî dawî di piştî hilbijartinê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sîddik Akkûş û Şaredarê Esenyurtê girtin, careke din vîna gel asteng kirin. Dîsa qeyûm tayînî şaredariyên Colemêrg û Esenyurtê kirin. Lêpirsîna li ser şaredaran û biryarên dadgehê li dijî prensîba hiqûqê ye. Rejîma heyî îradeya gel paşguh dike. Rejîmek dijdemokratîk e, Divê demildest ev biryar bi dawî bibe. dawî li van kiryarên dijdemokrasiyê berdin. Ev biryarên dijdemokratîk ji bo siberoja Tirkiyeyê û civakê bûye xetere.”