Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl diyar kir ku HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tomar û belgeyên dîlgirtiyan guherandine û li bendê ne ku sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan.
Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl ragihand ku di dosyaya dîlgirtî û koçberên Sûriyeyê de di çarçoveya “hevkariya di navbera aliyên eleqedar de” pêşketin çêbûne.
Xelîl li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî ku “Di çarçoveya gavên koordînakirina hevbeş de li ser avakirina komîteya şopandina dosyayên koçber û dîlgirtiyan lihevkirin pêk hat. Li gorî wê, tomar û belgeyên taybet bi dîlgirtiyan bi hikumetê re hatin guherandin û li benda temamkirina tedbîrên dawîn in ku komeke din sibe (10 Adar 2026) were berdan.”
Ev dîlgirtî şervanên ku di dema vekişandina ji hin nuqteyan de li gorî lihevkirinên di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û HSDê de hatin girtin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî beriya du rojan ragihandibû ku hejmara giştî ya kesên li gel hikûmeta demkî girtî ne di nava wan de sivîl jî hene hezar û 70 kes in.













