Di çarçoveya Pêşegeha Pirtûkan a Amedê de niviskarên jin, bi berhemên xwe yên bi hêz û peyamên xwe yên kûr, nîşan dan ku wêjeya Kurdî di destê jinan de bi awayekî din geş dibe.
Li Amedê 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a ku ji aliyê YEWKURD (Yekîtîya Weşangerên Kurd), TUYAP û Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê ve tê organîzekirin dê îro bidawî bibe. Pêşengeha Pirtûkan a Amedê, ne tenê cihê firotina pirtûkan e. Di heman demê de qadeke têkoşînê ye ji bo parastina çand û zimanê Kurdî. Nivîskarên jin, bi berhemên xwe yên bi hêz û peyamên xwe yên kûr, di vê pêşengehê de nîşan dan ku wêjeya Kurdî di destê jinan de bi awayekî din geş dibe.
Nivîskarên wekî Herdem Merwanî, Mîna Acar, Fatma Îzol û Sarya Ozgur, bi îmzekirina pirtûkên xwe û guftûgoyên xwe yên bi xwîneran re, hem zimanê Kurdî hem jî rola jinan di çanda Kurdî de carek din nişandan.
“Ez ser govenda êşa xwe me”

Nivîskar Herdem Merwanî, ku bi berhemên xwe tê nasîn, bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha axivî: “Ez zimanê civaka xwe me; divê civaka Kurd li zimanê xwe xwedî derkeve, Zimanê me nasnameya me ye. Divê em Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin.” Herdem Merwanî dest nîşankir, “Gotineke klasîk heye ku dema behsa jinê tê kirin, tenê êş tê ziman, an jî êşên şexsî yên jinê têne gotin. Ez li dijî vê gotinê me. Belê, ez jinek im, wêjekar im. Êşên min ên şexsî nînin; ger êşek hebe jî, ew êşa civakê ye, û ez hevparê wê êşê me. Carinan jî bi anîna ziman a van êşan, ez dibim berdevka wan. Lê ez tenê di nav êşê de nefetisîm, di hevokên xwe de min hêvî jî rijandiye. Destê jinê di wêjeyê de xurt be, civak bi rastî pêş dikeve. Di her êşê de alaya felatê bilind dibe, êdî ez ser govenda êşa xwe me. Êş nikare pişta me bide erdê; mirov dikare di rêya êşê de jî ber bi ronahiyê ve biçe. Ew ji te ketinê naxwazin, ew serkeftina te dixwazin. Tu bendewarê wan î, divê tu xeyalên wan bînî cih. Wan xeyalan mezin kirin, û heta wê rojê divê ez jî wekî nivîskareke Kurd binivîsînim û rêya rizgariyê di nav êşê de bibînim.”
“Divê herkes êşên wê civakê bibîne”

Mîna Acer ku nivîskareke din a ku bi şêwaza xwe ya evînî û civakî tê naskirin li ser pirtûkên xwe got: “Naveroka nivîsên min û temaya wan jin, êşa jinê, serkeftina jinê û êşên civakî ne. Nivîskarek nikare çavên xwe ji civaka xwe re bigire û wekî korekî binivîse. Helbestvan an nivîskar mîrata civakê ye. Divê ne li asîman bigere, lê ji asîman dakeve, têkeve nav êşên civakê, wan êşan di nivîsên xwe de bîne ziman û zindî bike. Ne tenê ji bo xwe, lê divê ew êş bigihîne hemû cîhanê, da ku herkes êşên wê civakê bibîne.”
“Em xebatên xwe yên akademîk jî bi hêztir bikin”

Nivîskar Fatma Îzol jî bal kişand ser salên piştî têkoşînê û got: “Nivîskarên jin êdî ne tenê berhemên edebî dinivîsin, êdî lêkolînên zanistî yên li ser dîrok û çanda Kurdî jî pêş dixin.” Fatma Îzol, behsa pêwîstiya xebatên akademîk kir û got: “Min xebatên xwe li ser dîroka jinê kirin. Gelek zilam li ser jinê pirtûkan dinivîsînin û lêkolînan dikin, lê divê em ji nêrîneke jineolojîk lêkolînan bikin. Jinên Kurd êdî bi awayekî çalak dinivîsin. Lê divê em xebatên xwe yên akademîk jî bi hêztir bikin.”

Di dawiyê de, nivîskar Sarya Ozgur jî behsa êş û hêviyên civaka Kurdî kir û got: “Civaka Kurd gelek êş û azar dît; em dibêjin bi jina azad dê civaka Kurd azad bibe. Jinên Kurd di her qada jiyanê de cih digirin; ev pêşketin dê berdewam be,”

















