Amed – Weşanxaneya Aramê li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi beşdariya çîrokbêj Ayhan Erkmen û dengbêj Hediye Qerejdax şahiya “Çîrokên Dengbêjiyê” li dar xist.
Li Amedê 8emîn Pêşengeha Pirtûkan di roja dawî de berdewam dike. Pêşengehê roja 30yê Mijdarê dest pê kir û îro di roja nehemîn de biqede. Di nava van 9 rojan de bi deh hezaran xwîner hatin pêşengehê û bi taybetî serdana standên weşanxaneyên Kurd ango Kurdî kirin. Di van neh rojan de gelek gotûbêj û panel hatin lidarxistin.
Weşanxaneya Aramê ku sê rojan polîsan li serê zext kir û pirtûkên wê desteser kirin, îro beşdariya çîrokbêj Ayhan Erkmen û dengbêj Hediye Qerejdaxê şahiya “Çîrokên Dengbêjan” li Salona Dîcle ya Pêşengehê li dar xist. Gelek welatî tev li tev li bernameyê bûn.
Xwediyê Aramê Hakki Boltan di destpêka bernameyê de axivî û behsa naveroka şahiyê kir û got ku ew dixwazin xwedî li çand û zimanê Kurdî û nirxên Kurdan xwedî derkevin.
Paşê jî Ayhan Erkmen qala şahiya ku li dar xistin kir. Dengbêj Hediye Qerejdaxê di destpêkê de kilamên “Dewrêşê Evdî”, “Helîm” û “Ehmedo” got.
Ayhan Erkmen jî çîrokên cuda yên ji bajarên bakurê Kurdistanê ji guhdar û temaşevanên xwe re xwend û qala serpêhatiya qewimandina çîrokan kir.
Ayhan Erkmen di dawiyê de ji bo zarokan çîrokek xwend.
Piştre Ayhan Erkmen derbasî standa Weşanxaneya Aramê bû û pirtûka xwe “Çîrokên Dengbêjan” ji bo xwîneran îmze kir.