Li navçeya Rezan a Amedê wesayîta polîsan a sivîl a ku bi lez diçû li ser peyarêyê pêli welatiyekî kir.
Li bûlwara Turgut Ozal a navçeya Rezana Amedê, di saet 18.00an de wesayîta polîsan a sivîl pêli welatiyê bi navê Metîn Polat kir. Şahiden bûyerê diyar kirin ku wesayîta polîsan a ku bi lez di ser peyarêyê de derbas dibû li Polat ê ku dixwest derbasî aliyên din bibe, xist. Welatiyên derdora mudaxaleyî Polat kirin û ew rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê rewşa Polat de agahî nehat bidestxistin.
 
 
			












