Balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê Wezareta Îtlaatê (Îstixbarat) ya Îranê ya li navenda Tehranê bombebaran kir.
Esmanê Tehranê bi dûkelê reş bûye, heta niha nayê zanîn bê ka hejmara kesên di bombebaranê de hatine kuştin çendin.
Wezareta Îtlaatê (îstixbarat) ya Îranê di şehîdkirina pêşengên gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê û kirina hedef ya kesên sivîl yên siyasî yên li dijî rejîmê xwedî roleke sereke ye. Bi taybet li vê navendê gelek çalakvanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin binçavkirin û piştre bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin.













