Derket holê ku Wezareta Karên Navxweyî dema peywirê ya qeyimê tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, di salvegera banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dirêj kiriye.
Wezareta Karên Navxweyî, dema qeyimê ku di 4ê mijdara 2024an de tayinî Şaredariya Mezin a Mêrdînê kir, 2 mehan dirêj kir. Ev biryara ku piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku gotibû “Ahmet dê vegerin meqama xwe” hat dayîn, bû cihê bertekan.
Derket holê ku Wezareta Karên Navxweyî dema peywirê ya qeyim, di salvegera banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 2 mehan dirêj kiriye.













