Navenda Nûçeyan – Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana DEM Partiyê ya ji bo Îmraliyê wiha got: “Nirxandina me hêj didome. Dê di demeke guncav de bersiv bê dayin.”
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, têkildarî serlêdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, daxuyanî da û wiha got: “Serlêdan di 26.11.2024an de gihişt ber destê Wezareta Dadê. Nirxandina me didome. Em ê di demeke guncav de bersivê bidin.”