Tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ji bo rewşa Rojava li Enqereyê bicivin.
Çavkaniyên dîplomatîk ên Tirk eşkere kirin ku îro dê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di çarçoveya serdaneke fermî de were Enqereyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin bike.
Çavkaniyên diplomat ên agahî dan diyar kirin ku Jean-Noel Barrot bi boneya pirsgirêk û rewşa heremên Kurd (Rojava) biaxivin bê serdana Enqereyê û bi Hakan Fîdan re bicive.
Heta ev nûçe ket weşanê derbarê mijara serdanê de Wezareta Karên Derve ya Fransayê tu agahiyek parve nekiriye.
Paris ji 6ê Çileyê ve banga berdewamiya agirbestê li Sûriyeyê dike û ji aliyan dixwaze li gorî agirbestê tevbigerin.













