7 Saziyên tendurustiyê têkildarî rêziknameya hekîmên malbatan li pêşiya Miduriyeta Tendurustiyê ya Amedê daxuanî da.
Li Amedê li ber derê Miduriyeta Tendurustiyê ya Amedê gelek bijîşk, pîrik, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê ku li Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM) dixebitin, careke din dengê xwe li dijî zêdebûna kar, kêmkirina mûçeyên li gorî performansê û şert û mercên xebatê yên ne ewle bilind kirin. Xebatkarên tenduristiyê, di nav de gelek sendîka û rêxistinên pîşeyî, di civîna çapemeniyê ya ku li pêşiya Miduriyeta Tendurustiyê ya Amedê hate lidarxistin de gotin, “Sîstema tenduristiyê nayê rêvebirin; em westiyane û mafê tenduristiyê yê gel tê binpêkirin.”
‘Divê destwerdanê li pîşeyê me nekin’
Di çalakiyê de li ser navê bijîjkan endamê Sendîkaya Yekitî û Piştevaniyê (BDS) Ferhat Babur daxuyanî xwend û daxwazên xebatkarên tendurustiyê anî ziman û wiha got: “Em dixwazin xizmetên tenduristiyê yên seretayî yên wekhev, belaş, têrker, pêşîlêgirtinê, bi kalîte, berdewam û berfireh ji gelê xwe re peyda bikin. Em mûçeyeke yekane û adil dixwazin ku keda me nîşan bide, ne li ser bingeha performansê be, di teqawidiya me de were nîşandan û bihêle ku em bi rehetî hemî hewcedariyên xwe yên bingehîn ên mirovî bicîh bînin. Em dixwazin ku kêmkirina bacê, ku niha digihîje %35an, herî zêde bigihêje %15an, da ku dadmendyê di bacgirtin û dahatê de misoger bike. Ev navendên tenduristiyê yên seretayî (ASM) yên bi awayekî giştî hatine avakirin, bi amûr û bi tevahî fonksiyonel in ku ji bo peydakirina xizmetên tenduristiyê guncav in, li hember erdhejê berxwedêr û ewle ne. Em rêveberiyeke tenduristiyê dixwazin ku destwerdanê li pîşeyê me neke, xebatkarên tenduristiyê neke tiştên razîbûnê, zext û cezayan biqedîne, û peydakirina xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê û bi kalîte ji bo gel gengaz bike.
‘Divê ev daxuyanî wek hişyariyekî bê dîtin’
Paşê jî Endamê Navenda Yekitiya Bijijkên Tirkiyeyê Şerîf Derînce di daxuyaniyê de bang kir û got: “ Îro, em dîsa li vir kom bûne ji bo daxuyaniyê û ev daxuyanî ne ya dawî ye; divê ew ji hêla rayedaran ve wekî hişyariyekî were dîtin. Her wiha em dixwazin dubare bikin ku me ji bo rojên pêş bernameyeke demdirêj amade kiriye. Em ê xebata xwe ya bêpere bidomînin û têkoşîn jî dê berdewam bike.”
‘Rêzikname ji bo bazirganiyê ye’
Rêvebirê Odeya Bijîjkan a Amedê Veysî Ulgen jî derbarê rêziknameya ku saleke ketiye meriyetê axivî û wiha got: “Em iro ji bo zagona bijîjkên malbatan dîsa daketin qadan. Ev zagon û rêzikname ji bo tendurustiya gel nebaş e û astengiyan drdixe. Li ser bazirganiyê hatiye çêkirin ne wek karê bijîjkan e. Vê rêzikanmeyê qebûl nakin. Divê Wezareta Tendurustiyê vê rêziknameyê paşve bikişîne. Tendurustî bila bê pere, wekhev û zimanê dayikê bibe. Ji ber vê sedemê gelek rêvebir li derderê Miduriyeta Tendurustiyê ya Amedê civiyan. Di naveroka vê zagonê de bazirganî heye. Ji bo ku qezenca xwe zêde bikin vê rêziknameyê li xebatkarên tendurustiyê ferz dikin. Gelek karê burokrasiyê tînên pêş me û xebatkar nikarin serê xwe li ser kar rakin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Em zext, zulim û koletiyê naxwazin qediya.












