Hunermend Xelîl Xemgîn têkildarî serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamek şand û got: “Em gelê Kurd li ku bin bila bibin, girîng e ku em piştevanîya serhildana gelê me yê rojhilata Kurdistanê bikin.”
Çalakîyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro di roja 19emîn de berdewam dikin. Çalakiyên ku ji ber krîza aborî derketibûn, veguherîn serhildaneke giştî. Li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi milyonan kes derdikevin qadan û çalakiyan li dar dixin. Hunermend Xelîl Xemgîn ji bo piştevaniya çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên kirin peyameke bidîmen parve kir.
Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku pêvajoya heyî ber bi şerê sêyemîn ve diçe û wiha got: “Di sedsala 21an de gelê Kurd jî bi biryar e ku vê carê çarenûsa xwe, pêşeroja xwe bixwe binivîse, dîroka xwe bi xwe binivîsîne. Hemû cihanê xuya dibe ku stêrka gelê Kurd li Rojhilata Navîn her ku diçe bilin dibe û şewq dide.”
‘Her aliyê Kurdistanê keç û xortên Kurd di çeperan de ne’
Xelîl Xemgîn bal kişand ku gelê Kurd li her aliyê Kurdistanê edî di serdemeke nû de ye û got: “Bi fikirên nû bi asayên nû hîn bêtir zexm û kelecana wan mezintir e, her aliyê Kurdistanê keç û xortên Kurd di çeperan de ne, şehîd dane li Bakur, li Başûr, li Rojava û li Rojhilatê. Berî hefteyekê me hemûyan dît ku berxwedana li Helebê çêbû û ew komkujîya rejîma nijadperestî ya Tirk û çeteyên wê anî serê gelê me. Peyama fermandar Zîyad Qedûra me hemûyan, herkesî bîhîst, dinyayê bîhîst, heke gotina ‘ez şehîd bim jî ez dildarê gelê xwe me’ fêm bikin, di wê peyamê de fermanek heye.”
‘Pêwîst e herkes wezîfeya xwe bi cih bîne’
Xelî Xemgîn bang li hemû partî û sazîyên çar parçeyên Kurdistanê kir û got: “Gelê me îro li rojhilatê Kurdistanê di raperînekê de ye, dixwaze ku hemû qeyd û bendên zalimkara bişkîne, çemberên zilmê hilweşîne, em yêkrêzîya partîyên rojhilatê Kurdistanê gelekî pîroz dibînin. Di serî de PJAK, Hizbên Demokratîk ên Kurdistan, Komele û her heft partîyên din em we pîroz dikin. Hemû partî û rêxistinên beşên Kurdistanê yên din tenê ji xwe re weke temaşevanan nemînin, pêwîste herkes wezîfeya xwe bi cih bîne. Gelê me yê Kurdistanê bila pênehese ku piştevaniya wan tune ye û bi tenê ye.”
Xelîl Xemgîn di dawiyê de wiha got: “Demên gelekî giran, demên gelekî bi hevî û gelekî zehmet jî hemû pêşîya me ne, em gelê Kurd li ku bin bila bibin, grîng e ku em piştevaniya serhildana gelê me yê rojhilata Kurdistanê bikin.”















