Bedlîs – Welatiyên Norşînê bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan û gotin: “Kurd yek in, Kurdistan yek e. Em ê xwedî li Rojava derkevin.”
Li navçeya Norşîna Bedlîsê, ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re çalakiyek hate lidarxistin. Bi hezaran welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Rojava rûmeta me ye” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin vekirin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî yekitiya gelê Kurd” hatin berzkirin.
Welatiyên ku tev li çalakiyê bûn ji Ajansa Welat re axivîn û bal kişandin ser pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan û destnîşan kirin ku Kurd yek in, Kurdistan yek e û gotin: “Em ê nehêlin Rojava bi tenê bimîne. Kurdistan xwedî li Rojava derdikeve.”












