Çalekiyên piştgiriya ji bo Kurdên Helebê li her derê Kurdistanê li pêş dikeve. Li Herêma Kurdistanê xizmên qurbaniyên Enfalê jî ji bo piştgirî bidin berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakî li dar xistin.
Xizmên qurbaniyên Enfalê û welatiyên Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî bidin berxwedana li taxên Kurdan ên Helebê çalakî li dar xistin û daxuyanî dan. Xizmên qurbaniyê Enfalê di daxuyaniyê de gotin ku ew wekî xizmên qurbaniyên Enfalê êşa qirkirinê ji kur ve dîtine û jiyan e û ji ber vê jî ew êşa jenosîda li ser gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ji kur ve hîs dikin û pişgirya xwe ji bo wan diyar dikin.












