Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmirê aqûbeta windayan pirsîn û xwestin edalet pêk bê.
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Îzmîr, Riha, Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidar xistin û xwestin winda bên dîtin û kujer bêne darizandin. Malbatan edalet xwestin û li aqûbeta windayan pirsîn.
Amed
Malbatên windakiriyan û Şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 881emîn a çalakiya xwe de li Parka Koşûyolûyê li dar xist û aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26ê Kanûna 1997an de li Amedê hatiye windakirin pirsîn.

Çalakiyê li pêş Bîrdariya Mafê Yiyanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pankarta “Bila qunda bên dîtin û kujer bên darizandin vekirin. Parazvanên mafên mirovan li vir kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHDê Ercan Yilmaz, ewil 34 gundiyên Roboskiyê ku di 28ê Kanûna 2011an de hatin kuştin bibîr anî û xwest edalet cihê xwe bibîne. Piştre Mizgîn Ozdemîr çîroka kalikê xwe Mehmet Ozdemîr ku hatiye windakirin xwend û xwest hestî û gora kalikê wê bê dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn.
Êlih
Xizmên windakiriyan û Şaxa ÎHDê ya Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 717an de li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û daxuyanî dan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de xwestin kujerê 34 gundiyên Roboskiyê ku di 28ê Kanûna 2011an de hatin kuştin bên pirsFîn û darizandin.
Endamê Şaxa ÎHDê ya Êlihê Huseyin Elçî çîroka komkujiyê vegot û xwest hesabê vê komkujiyê bê pirsîn.

Colemêrg
Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê jî di hefteya 207an de li navçeya Geverê çalakiya xwe berdewam kir. Xizmên windayan pakarta “Blia winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin. Seroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz çîroka winda Hasan Ateş xwend û xwest edalet cihê xwe bibîne.

Riha
Şaxa ÎHDê ya Rihayê jî bi heman armancê di hefteya 64an daxuyankî da. Rêveberên ÎHDê li pêş Novada Parkê kom bûn û wêneyên windayan rakirin. Xizmên windayan aqûbeta Fethî Yildirim ku li navçeya Wêranşarê hatibû windakirin pirsîn û xwestin kujer bê darizandin.

Îzmîr
Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê jî li peş Sumerbankê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan. Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Îzmirê Nazli Turan, daxuyanî da û bal kişand ser çîroka Veysel Gunay ê 24 salî. Nazli Turan xwest gora Veysel Gunay bê dîtin û faîl bên darizandin.



















