Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê tevî berf û sirûseqemê jî di hefteya 882yemîn de çalakiya xwe berdewam kir û li aqûbeta Fethî Yildirim pirsî. Di çalakiyê de hat xwestin ku kujerên Fethî Yildirim bên eşkerekirin.
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê tevî berf, qeşa û sirûseqemê jî di hefteya 882yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê li dar xist. Rêveberên ÎHDê, Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
Vê hefteyê li aqûbeta Fethî Yildirim ê ku di 4ê Çileya 1994an de li Weranşarê hatibû windakirin hate pirsîn.
‘Bila sala nû bibe sala mafê mirovan’
Beriya daxuyanî bê xwendin Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser çalakiya dûv û dirêj a windayan. Ercan Yilmaz sala nû pîroz kir û wiha got: “Bila sala nû bibe sala aştî, demokrasî û bibe sala mafê mirovan. Dethilatê hê jî aqûbeta windayan diyar nekiriye. Heger em mesela Kurdan diaxivin divê em pêşî li kujerên windayan bipirsin û diyar bikin. Em gelek kujeran nas dikin ji bo me ya herî zehmet jî ev e ku ev bi rehetî jiyana xwe berdewam dikin.”

Li mêvandariyê hatiye binçavkirin
Piştre metna serpêhatiya windkirina Fethî Yildirim ji aliyê Rêveberê ÎHDê Firat Akdenîz ve hate xwendin.
Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Fethî Yildirim xwend û wiha got: “Fethî Yildirim di 4ê Çileya 1994an de ji malbata xwe re gotiye ku hevalê wî Abdo Mutlu ku li Almanyayê dimîne hatiye Wêranşarê û ew ê bi Alî Kuran û Nacî Kapancilar re biçe mala Mutlu. Piştî demekê li vir ma, hêzên girêdayî Midûriyeta Polîsa a Wêranşarê di ser malê de girtin. Di serdegirtinê de Alî Kuran, Nacî Kapancılar û Fethî Yildirim û li gel mêvan Abdo Mutlu hatin binçavkirin. Di heman rojê de saet 23.00an de Alî Kuran bi telefonê gazî Silêman Yildirim kir û got ku ew hatine binçavkirin, lê ji bilî Fethî Yildirim em hemû hatin berdan. Piştî wê rojê tu agahî ji Fethî Yildirim nehatiye girtin.”
Di dawiyê çalakiyê de ji bo windayan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.














