Xizmên Windayan û ÎHD, li Amed, Êlih û Colemêrgê aqubetê windayan pirsîn û xwestin ku kiryar werin darizandin.
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya xwe ya vê heftê li dar xistin û li aqubeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin pirsîn û banga pêkanîna edaletê kirin.
Amed
Şaxa ÎHDê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 843yemîn de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluya navçeya Rezanê kom bûn û çalakiya bi dirûşma “Windayan bibînin, faîlan derxin pêşberî edaletê” li dar xistin. Tevî baranê jî xizmên windayan bi wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin li qada protestoyê cihê xwe girtin. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Necatî Aydin ê yek ji damezrînerên TUM SAGLIK-SENê ye û di 4ê Nîsana 1994an de li Amedê di binçavan de hatiye qetilkirin hat pirsîn.
Endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Sekreterê Şaxa ÎHDyê Omer Saman ewilî axivî û bang li hikûmetê kir ku ji bo edaleta ji nû ve bê avakirin û aştiya civakî bi paşerojê re rû bi rû were. Hevseroka Şaxa SESê ya Amedê Yildiz Ok Orak diyar kir ku Necatî Aydin serokê wan ê rûmetê ye û têkoşîna wan ji bo wan ronahiyê ye û wiha got: “Ji bo aştiya civakî bila kiryar bên dîtin.”
Çîroka Necatî Aydin ji aliyê endamê Komîsyona ÎHDyê ya Xizmên Wendahiyan Firat Akdenîz ve hat xwendin.
Çîrok bi vî rengî ye: “Necatî Aydin ê di sala 1964’an de li Bismilê ji dayik bû, di sala 1982’an de ji Lîseya Pîşeyî ya Tenduristiyê ya Keçîorenê mezûn bû. Necatî Aydin ku di nav damezirînerên TUM SAGLIK-SEN’ê de cih digire jî di rêveberiya Şûbeya Amed-Senê de cih digire û weke Serokê Şaxê yekemîn cih digire. Necatî Aydin ku di rêxistinbûna sendîkayê de roleke aktîf girt, di qada têkoşîna civakî de jî tevkariyên cidî kir. Necatî Aydin ji ber nasnameya xwe ya çalak a di têkoşîna sendîkayê de 3 caran hat binçavkirin. Di her binçavkirinê de îşkenceyeke giran li wî tê kirin. Piştî ku di sala 1992 ‘an de hat binçavkirin, demeke dirêj li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi teşhîsa ‘pelçiqandina gurçikê’ di encama îşkenceya giran de hat tedawîkirin. Di sala 1993’an de sirgûnî Çorûmê tê kirin.
Di 27ê Adara 1994an de Necatî Aydin û hevsera wî ku li Amedê li cem xizmekî xwe weke mêvan diman, di serdegirtina malê de tevî zaroka xwe ya 5 salî hatin binçavkirin. Piştî bûyerê 4 roj şûnde hevjîna Necatî Aydin û kesên pê re hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Necatî Aydin ê di sibeha 4ê Nîsana 1994an de sewqî Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hat kirin. Aydin ji parêzerên ku wê rojê li salona dadgehê dît re got, ‘Dadgehê dev ji berda lê polis dev ji min bernadin’. Li gel ku hate berdan jî di nav de malbat û xizmên wî ku wê rojê bi saetan li ber deriyê edliyeyê man. Êdî tu kesekî nedît Necatî Aydin ji edliyeyê derket û careke din agahî jê nehat girtin.
Di 5ê Nîsana 1994an de malbata Necatî Aydin serî li dozgeriya Amedê da û xwest agahiyekê bigire, lê ji malbatê re hat ragihandin ku ‘Necatî Aydin serbest hatiye berdan’. Piştî ku parêzerê malbatê bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî lê dozgeriyê bersiva ‘dibe ku tevli rêxistinê bûbe’ dan.
Di 9ê Nîsana 1994an de cenazeyê Necatî Aydin tevî 2 kesên din li ser rêya Farqînê li nêzî Qereqola Jendermeyan a Kagitli hat dîtin. Cenazeyê Necatî Aydin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Di dema otopsiyê de hat tespîtkirin ku li bedena wî gelek şopên îşkence û lêdanê hene û bi guleyeke bi tenê ya li stûyê wî hatiye kuştin.
Dema ku malbata Necatî Aydin di hiqûqa navxweyî de encamek bi dest nexist, dosyaya dozê anîn ber DMMEyê. Di encama serlêdanê de DMMEyê Tirkiye mehkûm kir. Di sedema mehkûmiyeta DMMEyê de hat gotin ku ‘dest li mafê jiyanê werde, di diyarkirina rastiyan de berpirsyariya xwe ya peydakirina hemû rê û rêbazan binpê kiriye, lêpirsîneke bi bandor nekiriye û beriya bê kuştin îşkence kiriye’. Ya girîngtir jî Tirkiye ya di çarçoveya xala 38emîn a peymanê de ji ber ku alîkarî nedaye DMMEyê, mehkûm dike.
Îtîrafkar û endamê JÎTEMê Abdulkadîr Aygan di sala 2004an de di hevpeyvîna xwe ya bi Rojnameya Ozgur Gundemê re gotibû wan 3 endamên Şaxa Saglik-Sen’ê ya Amedê Necatî Aydin, Mehmet Ay û Ramazan Keskîn ên ku DGMê li ser agahiya ku ji polîsan wergirtibûn hatin berdan, di derketina edliyeyê de girtin û piştî lêpirsîna wan ew birin qadeke li ser rêya Farqînê. Di berdewamiyê de got ku destên ciwanên çavên wan girtî ji pişt ve hatine girêdan, li tenişta hev hatine rêzkirin û ji aliyê fermandar Abdulkerîm Kirca ve bi guleberdana li stû hatine înfazkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ger çend ser ser re jî derbas bibe dê wek parêzvanên mafên mirovan têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin. Piştî vegotina çîroka windakirina Necatî Aydin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Êlih
Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan di hefteya 679emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Tevî parêzvanên mafên mirovan, nûnerên saziyên civakî jî tevlî çalakiyê bûn û pankarta “Windayan bibînin, kiryaran dadgeh bikin” vekirin. Vê hefteyê aqûbeta Mahmût Demîrel ê di 2 ‘ê Nîsana 1994’an de li Êlihê ji aliyê kesên nasname ne diyar ve hat revandin hat vegotin.
Rêvebera Şaxa ÎHDê Melek Atalay nivîsa ku birayê wê Îbrahîm Demîrel der barê Demîrel de nivîsandî wiha parve kir: “Birayê min Mahmut Demîrel di sala 1965an de ji dayik bû. Karê ajokariyê dikir. Li navenda Êlihê di xeta bajêr a ‘Çarşi-Îpragaz’ de dixebitî. Di 2ê Nîsana 1994an de ji aliyê kesên nasname nediyar ve hat revandin. Tevî ku 31 sal di ser re derbas bûne jî, mirî ye yan jî sax e me ti agahî jê wernegirtine. Birayê min zewicî bû û zarokên wî hebûn. Ew gelekî bi mala xwe û zarokên xwe ve girêdayî bû. Ji mala xwe diçû karê xwe û ji karê xwe diçû mala xwe.
Piştî ku birayê min Mahmût hat windakirin, weke malbat li ser aqûbeta wî me lêkolîn kir. Der barê agahiyên ku me kom kirin de me serî li Dozgeriya Komarê ya Êlihê û Midûriyeta Polîsan da. Îfadeyên me hatin girtin. Lê belê heta roja îro agahî ji me re nehatiye dayîn.
Ji wê demê ve hemû ferdên malbatê çavên xwe li rêyan girtin. Ev 31 sal in êşa me kêm nebûye, agirê di dilê me de venamire. ‘Agir li ku dikeve dişewite ‘ Dilê me şewitî. Bila dilê kesên din neşewite. Ev 31 sal in me li mala xwe cejn nekiriye. Em bi hesreta birayê min razan û bi hesreta wî em şiyar bûn… Me hê jî hêviya xwe ji dest bernedane; Û em naxwazin winda bikin. Belkî yê ku li deriyê me dixe ew e, em li bendê ne.
Ez weke xwişkeke ku êşê dikişîne bang li hemû mirovên xwedî wijdan dikim: Kî xwedî agahî û belge be, divê wan ji me re yan jî ji ÎHD’yê re an jî ji saziyeke berpirsyar re ragihîne. Eger birayê min sax be, ew li ku ye; eger miribe bila jê re bêjin bê li ku hatiye veşartin’.
Weke parêzvanên mafên mirovan, heta ku mirovên me yên di dema bihurî de bûne qurbanê kuştinên kiryar nediyar, bi zorê di binê çavan de hatine windakirin û hatine înfazkirin, belasebeb hatine girtin û avêtine girtîgehan, hesab ji kiryaran neyê dîtin û darizandin, em ê van qadan neterikînin.”
Piştî vegotina çîrokê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Colemêrg
Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 169emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Zekî Altunbaş ê li Yalovayê hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn û xwest kiryar bên darizandin.