Hejmara 263yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rojava dilê Kurdan e” derket û bal kişand ser çalakiyên li ser sînorê ku li Nisêbîn û Kobanê berdewam dikin.
Rojnameya Xwebûnê di hejmara 263an de bal kişand ser çalakiyên xwedîderketina Rojava û girîngiya Rojava ya ji bo gelê Kurd. Rojnameyê di surmanşetê de cih da nirxandinên rojnamegeran ên ji bo rojnameger Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan û heqîqeta çapemeniyê. Rojnameyê di bin manşetê de cih da analîza kirmanckî ya li ser salvegera Komkujiya Roboskî.