Xwendekara Lîseyê R.Ş. ya ku ji ber parvekirinên xwe yê hesabê medyaya dîjîtal ên derbarê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin, hat berdan.
Yekemîn danişîna doza R.Ş. ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Îzmîrê ya li Bayrakliyê hat dîtin.
Şandeya dadgehê piştî îfadeyê biryara berdana R.Ş da û danişîn taloqî 7ê gulanê kir.













