Di xwepêşandanên ku li hemû bajarên Îranê belav bûne de polîsan gel gulebaran kir. Jinan di çalakiyan de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Li Îranê, protestoyên ku ji ber windakirina nirxê riyal a li hemberî dowîzê û bihabûnê ji aliyê esnafên Çarşiya Tehranê ve hatibûn destpêkirin, berdewam dikin. Protestoyên ku li bazara telefonên mobîl dest pê kirin û li Karac, Şîraz, Îsfehan, Meşhed, Kirman û Keşmê pêk hatin, niha li tevahiya welat belav bûne.
Di roja 6’an a protestoyan de li eyaletên Tehran, Îsfehan û Şîrazê çalakî ji nû ve dest pê kirin. Gel rexmê êrişên polîsan çalakiyên xwe didomîne. Li bajarê Babolê jî gel cara yekem beşdarî protestoyan bû. Her wiha hat diyarkirin ku li Mervdeştê gel dest daniye ser qereqola hejmar 11an.
Jinan ên ku pêşengiya çalakiyan dikin, dirûşmên “Mirin bo dîktator”, “Bişeref” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilat, hêzên rejimê rasterast gel gulebaran kirin. Di xwepêşandanên protestoyê de kamerayên çavdêriyê hatin şikandin.
Li bajarê Qûmê yê Îranê jî, wesayîta mîlîsekî besîcê ku “sîxurtiya rejimê” dikir hat şewitandin.













