Xwendekarên zanîngehên Îranê li dijî rejîma Îranê çalakiyên xwe yên nerazîbûnê bi diruşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Ji dîktator re mirin” didomînin.
Li gor dîmenên li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, xwepêşandanên li Zanîngeha Emîr Kebîr, Zanîngeha Beheşt a Tehranê, Zanîngeha Xwace Emîrî, Zanîngeha Şerîf û Zanîngeha Zehra çalakiyên nerazîbûnê di roja sêyemîn de bi diruşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Mirin ji bo dîkdator” berdewamin.
Ciwan bi biryardarî çalakiyan didomînin
Ji roja 21ê Sibatê ve xwendekarên zanîngehan li dijî girtin û qetilkirina hevalên xwe yên zanîngehan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest bi çalakiyan kirin. Çalakiyên li Zanîngehan ev 3 roj in didomin. Di xwepêşandanan de wêneyên xwendekarên aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin, hatin hilgirtin. Lê mîna wekî her car hêzên rejîmê bi tûndiyê bersiva xwepêşanderan didin.













