Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer, diyar kir ku wan dosyayên derbarê êrişên Dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û sûcên wan ên din pêşkêşî saziyên navneteweyî kirine.
Ebdulkerîm Umer derbarê mijarê de ji ANHAyê re axivî û agahî parve kirin. Ebdulkerîm Umer da zanîn ku wan belge û agahiyên derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, komkujiyên wan ên li dijî sivîlan, hedefgirtina binesazî û saziyên xizmetguzariyê de kom kirine. Ebdulkerîm Umer, diyar kir ku wan hemû belge wekî dosya amade kirine û pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê, saziyên din ên Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî (NY), wezaretên karên derve yên welatên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan kirine.
Li gorî dane û raporên Rêveberiya Xweser; ji 8ê çile heta niha di êrîşên SÎHAyan yên li dijî mertalên zindî yên li ser Bendava Tişrînê de 12 welatî hatin kuştin û 70 welatî jî birîndar bûn.
Herî dawî SÎHAyê di 18ê çile de li dijî mertalên zindî yên li Bendava Tişrînê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de Meclîsa Giştî ya PYDê û di heman demê de Hevseroka Ofîsa Qamişloyê Menîce Haco Heyder jî di navde 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.