Komîteya Navendî ya Heşdî Şabî ragihand ku sê endamên wan di êrişeke li Teleferê de hatine kuştin ku yek ji wan fermandar bû.
Di berdewambûna şerê Amerîka-Îsraîlê ya li dijî Îranê de êrişên li ser komên çekdar yên li Iraqê jî bê navber didomin. Hate diyarkirin ku di êrişa nû ya Amerîka-Îsraîlê ya duh derengê şevê pêk hat de herî kêm 3 çekdarên hêzên Heşdî Şabî hatine kuştin.
Haşdî Şeebî ragihand ku di êrişa duh ya li ser baregeha lîwaya 53yan a hêzên Heşdî Şabî ya li Telefer ya bi ser parêzgeha Nînowayê de 3 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin. Hate diyarkirin ku yek ji çekdarên mirîn, fermandarê fewca Mexawîr ya lîwayê Yasîn Mihemed Sadiq bi nasnav Ebû Teha Turkmenî bû.
Li gorî heman agahiyan, şeva borî jî baregeha Fewca 4 ya ser bi lîwaya 14an a li Nînowayê hate bombebarankirin û hate zanîn ku xesar negihîştiye kesî.










