• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Yekemîn muzexaneya belgekirina sûcên DAIŞê hat vekirin

Navenda Nûçeyan / AW

9 HEZÎRAN 2025 - 12:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di encama xebata sal û nîvekê ya berdewam de Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li parka avahiya desteyê ya Reqayê mufzexaneya belgekirina sûcên DAIŞê vekir.

Li gorî nûçeya ANHAyê; Piştî nêzî 7 sal di ser rizgarkirina Reqayê re derbas bû, mûzxaneya “Bîranînên nayên jibîrkirin” weke yekemîn muzexaneya belgekirina berfireh a sûcên çeteyên DAIŞê li bajarê ku dihat îdiakirin paytexta wan e, hat vekirin.

Ev ne tenê şahidê bûyerên borî ye, lê sembolek ku nifşên nû li ser vegera tarîtiyê hişyar dike ye, û cîhanê bi bîr dixe ku edaleta pêvajoya veguhêz daxwazeke biîsrar a tevahî Sûriyeyê; ji Reqayê bigire heta bi peravê, ye.

Hevseroka Desteya Çandê û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf têkildarî mijarê axivî û got: “Di mûzexaneyê de 100 wêneyên bi baldarî hatine hilbijartin û ji nava hezaran belgeyên bi zehmetî hatine bidestxistin, hene. Ev wêne li ser tevlêkirina zarokan bi darê zorê di nava çeteyan de û perwerdekirina wan li ser darvekirina meydanî, ne.”

Serfiraz wiha domand: “Li dijî jinan binpêkirinên wekî mehrûmkirina ji perwerdehiyê û xebatê, neçarkirina wan a lixwekirina laçikê di bin gefa çekê de. Her wiha cihên şûnwarî yên li bajêr ku mîrasa şaristanî ya bi hezaran salan e, hatin wêrankirin.”

‘DAIŞê rêbazên hovane bikar anîn’

Serfiraz Şerîf der heqê rêbazên darvekirina hovane de jî got: “Çeteyên DAIŞê gelek rêbazên darvekirina hovane wekî çarmîxkirin, şewitandin û xeniqandin bi kar dianîn. Di van rêbazan de sivîl dibûn qurbanî. Ev yek li Çarxerêya Neîm ku bi Çerxerêya Cehîm dihat naskirin pêk dihat. Çeteyên DAIŞê di rojekê de 80 seriyên birî li wê çarxerêyê daliqandibûn.”

Serfiraz diyar kir ku li kêlek birnameyên çeteyên DAIŞ’ê dane alavên dervekirinê hene. Ji wan biryarnameyan ferzkirina nimêjê, girtina dikanan û darvekirina kesên dijber, veguherandina dibistanan bo dîwanên şerîetê, rakirina meteryalên perwerdehiyê bi hinceta ku dijî şerîeta îslamiyê.

Peykerên sûcên DAIŞê

Şêwekaran hovîtiya DAIŞê bi çêkirina peyrekan nîşan dan. Şêwekaran Çerxerêya Cehîm çêkir û li ser 3 seriyên birî ku ji cebsînê hatine çêkirin û nîşaneya qurbaniyên darvekirî ne, daliqandin. Li kêlek wê şêwekaran peykerên binpêkirinên dijî jinan weke peykera jinekê bi zincîran hatiye girêdan û peykerek din ku serî hatiye birîn û darvekirina jinan nîşan dide, çêkirin. Her wiha peykera 10 seriyên nenas ên hatine birîn hat çêkirin, ku ev yek bi bîra mirov tîne ku bi hezaran qurbanî hîna heta îroj aqûbeta wan nayê zanîn, hene.

 

Etîket: ANHADAIŞmuzexaneReqaRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Hêzên Hikûmeta Demkî ji Hesekê vekişiyan Reqayê

Hêzên Hikûmeta Demkî ji Hesekê vekişiyan Reqayê

4 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îşkenceya polîsan: Lêdan û gotin ji derenceyê ketiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1139)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne