Yekitiya Jinên Êzidî yên Şengalê li dijî êrişên çeteyên HTŞê, SMO û Tirkiyeyê li ser Rêveberiya Xweser daketin qadan û bi dirûşmeyan piştgiriya Rojava kirin.
Yekitiya Jinên Êzidî yên Şengalê li dijî êrişên çeteyên HTŞê, SMO û Tirkiyeyê li ser Rêveberiya Xweser daketin qadan. Jin bi konvoyan li qadan piştgiriya berxwedana Rojava kirin û bê navber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Jinan anî ziman ku ew ji bo berê xwe bidin Kobanê li qadan in û wiha gotin: “Kobanê şeref e, rûmet e. Bi rihê rizgarkirina Kobanê û Şengalê em ê berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Em ê ji bo şer biçin wê derê. Em amade ne. Heta dawiyê em li pişt gelê xwe ne.”













