Ji bo Seroka Rêxistina Azadiya Jinên Iraqê (OWFI) Yenar Mihemed a ku li Bexdayê hat kuştin, li paytexta Swîsre Bernê bîranîn hat lidarxistin.
Ji bo aktîvîsta femînîst Yenar Mihemed a ku di 2yê Adara 2026an de li Bexdayê hat qetilkirin, li Bernê bîranîn hat lidarxistin. Bîranîna ku bi pêşengiya OWFI û Rêxistina Alternatîfa Komunîst a Iraqê li Dêra St. Paul hat lidarxistin, gelek aktîvîstên jin ên Kurdistanî û Swîsreyî û nûnerên saziyên cûr be cûr beşdar bûn.
Di bîranîn ji bo Yenar Mihemed hat lidarxistin de nûnerên PJAK, PYD, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê, Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û Partiya Komunîst a Şoreşger (RKP) jî amade bûn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û pêşî sînevîzyoneke ku behsa jiyana Yenar Mihemed dike hat nîşandan. Paşê nûnerên saziyan axaftin kirin.
Li ser navê Komîteya PJAKê ya Swîsreyê Hakim Hutîtî, li ser navê PYD Swîsreyê Gulistan Sodun, li ser navê YJK-Sê Xezal Taş, li ser navê Rêxistina Alternatîfa Komunîst a Iraqê Cemal Koşişî û li ser navê RKPê Casper di axaftinên xwe de bal kişandin ser têkoşîna Mihemed.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser rola Yenar Mihemed a di têkoşîna azadiya jinê de û hat diyarkirin ku têkoşîna wê bê geşkirin û piştevanî bê domandin.
Bîranîn bi lorînên hunermend Şengul Astan bi dawî bû.












