Fermandariyên YRKê û HPJê bang li gelê Kurd û hemû azadîxwazan kirin ku tevlî seferberiya parastina xaka Rojavayê Kurdistanê bibin.
Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YKR) û Hêzên Parastina Jinan ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê. YKRê û HPJê ewil bang li her kesê kirin ku tevlî seferberiya ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bibin û daxuyandin ku ew amede ne tev li berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin.
‘Dixwazin destkeftiyên Kurdan tune bikin’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Suriye, Tirkiye û bi piştgiriya hêzên Herêmî û Navneteweyî ve êrişek berfireh li ser gelê meyê Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye. Armanca van êrişan dawî anîna destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi xwîna şehîdan û berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê hatiye bidest xistin. Rojava nirxê neteweyî, azadî û demokrasiya gelê Kurd, hemû jin û azadîxwazên Rojhilata Navîn e. Ji bo wê xwedî derketina li gel û Rojavayê Kurdistanê erkeke exlaqî ye.
‘Divê ciwanên Rojhilat tev li berxwedanê bibin’
Tevî niha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewleta Îran komkujiyan bi ser gelê me died meşandin û gelê Kurd û Îranê ji bo azadiyê têkoşînek bêhempa li dar dixe, carek din Rojavayê Kurdistan nûnertiya hemû gelê Kurd dike. Divê bi helwestek netewî xwedî lê derbikevîn. Lewma divê her kes tevlî nava şer û berxwedana Rojava bibe. Çawa di dema êrişa çeteyên DAIŞ ya li ser Kobanê û Şengalê de, ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tev li berxwedana dîrokî bûn û bi sedan ciwan şehîd bûn. Îro jî divê heman helwest were raberkirin. Em wek Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK) û Hêzên Parastina Jinan ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) amade ne ku tevlî şer û berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibîn. Divê hemû gel, bi taybet ciwan û jin bi ruhê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dirûşmeya ‘Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye’ tevlî şer û berxwedana netewî ya Rojavayê Kurdistanê bibin.”








