• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin

    Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin

    Senatora Amerîkayê fikarên xwe li ser êrişên çeteyan anî ziman

    Senatora Amerîkayê fikarên xwe li ser êrişên çeteyan anî ziman

    Platforma Jinan a Îzmîrê: Li dijî polîtikayên şer dengê xwe bilind bikin

    Platforma Jinan a Îzmîrê: Li dijî polîtikayên şer dengê xwe bilind bikin

    HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

    HSD: Balafirên dewleta Tirk êrişî Dêr Hafirê dikin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Nikarin têkoşîna gelan asteng bikin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Nikarin têkoşîna gelan asteng bikin

    Otomatik taslak

    Mûşî ji bo piştgiriya Rojava meş li dar xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Zekî Îrmez: Bila hesab ji van kesan bê pirsîn

Şirnex / AW

30 MIJDAR 2025 - 14:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez bertek nîşanî helwesta Gerînendeyê Polîsan ê girêdayî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê da û got: “Em dixwazin hesab ji polîsan bê pirsîn.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîrê têkildarî gef û heqaretên Midurê Buroya Ewlehiyê yê Şirnexê li pêşiya avahiyê xwe daxuyanî da. Parlamenterên Şirnêxê Newroz Uysal Aslan û Mehnet Zekî Îrmez, Hevşaredarên Cizîrê Hevserokên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê yên Botanê, Nûnerên Saziyên Demokratîk ên sivîl, gelek parêzer û welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Êrişkar ne xêrxazên gel û aştiyê ne’

Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexe Taybet Bîlgîn destnîşan kir ku yên nedixwestin gelê Cizîrê tev li Sempozyûma li navçeyê tê kirin bibin, êrişî gel kirin. Hevserokên me Abdurrahîm Dûrmûş û Guler Tûnç jî di nav de bûn. Bila vê yekê bizanin hevserokên me ne bi tenê ne. Em li dijî êrişên li pêvajoyê tên kirin derkevin. Em ê li ked û berdêlên hatine dayîn, xwedî derbikevin. Çi bibe bila bibe em ê xwedî li pêvajoyê derkevin .Yên êrişan dikin xêrxazên vî gelî û aştiyê nîn in. Em ji van êrişan natirsin.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Fîlîz Acû bi Tirkî daxuyanî xwend û destnîşan kir ku piştî hatina Serokê PDKê Mesûd Barzanî ya ji bo 4emîn Sempozyûma Melayê Cizîrî bang li wan û Şaredariya Cizîrê kirine û ev tişt gotin: “Fîlîz Acû da zanîn ku dema şandeya wan hatiye li ber deriyê otela ku sempozyûn lê tê li darxistin em hatin astengkirin. Di têketina otelê de Gerînendeyê Polîsan ê bi navê Şuayîp Ogdur me asteng kir. Ev kes gef li hevserokên me xwar, çêr û heqaret li wan kirin. Hevşaredarên me û şandeya bi wan re vê yekê protesto kirin û ji wê derê dûr ketine.

‘Tayînkirî nikarin îradeya gel tune bihesibînin’

Fîlîz Acû bi bîr xist ku demeke dirêj e Waliyê Şirnexê û Qeymeqamtiya Navçeyê wekî rêxistina AKPê ya navçe û navendê tevdigerin.
Fîlîz Acû diyar kir ku Melayê Cizîrî nirxa hevpar a vê erdnîgariyê ye û wiha got: “Li navenda xwe de behsa “pêvajoya nû”, “Dema nû” dikin lê li Şirnexê rewşeke cudatir li holê ye. Ev helweste ne perçeyeke pêvajoyê ye. Walî, qeymeqam, hêzên emniyete nikarin derkevin derveyî sinorên hiqûqê. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li îradeya gel derkevin û li dijî helwesta nişanî hevserokan hatiye dayîn, bisekinin.”

‘Ke ne ev derdor?’

Parlamenterê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî helwesta li dijî Hevşaredarên Cizîrê hatiye nîşandan bi tundî lanet kir û got: “Ev demeke ku li hember gelê me êrişên bi vî awayî li bajarê me didome. Di vê pêvajoya em tê de, em vê helwestê di şîn û çalakiyan de dibînin. Hatina birêz Barzanî û pêşwazîkirina me re tehemûl nekirin. Serokkomar Erdogan got hin derdor hene ji pêvajoyê aciz in. Kê ne ev derdor bila ji me re bejin. Em dixwazin bila lêpirsîn were destpêkirin, hesab ji van kesan were pirsîn û bi çapemeniyê re were parvekirin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Hevşaredar rûmeta me ne” û çepikan bi dawî bû.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin

Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin

15 ÇILE 2026
Senatora Amerîkayê fikarên xwe li ser êrişên çeteyan anî ziman

Senatora Amerîkayê fikarên xwe li ser êrişên çeteyan anî ziman

15 ÇILE 2026
Platforma Jinan a Îzmîrê: Li dijî polîtikayên şer dengê xwe bilind bikin

Platforma Jinan a Îzmîrê: Li dijî polîtikayên şer dengê xwe bilind bikin

15 ÇILE 2026
HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

HSD: Balafirên dewleta Tirk êrişî Dêr Hafirê dikin

15 ÇILE 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê: Nikarin têkoşîna gelan asteng bikin

Platforma Ked û Demokrasiyê: Nikarin têkoşîna gelan asteng bikin

15 ÇILE 2026
Barrot: Macron ji bo rawestandina êrişan navbeykariyê dike

Barrot: Macron ji bo rawestandina êrişan navbeykariyê dike

15 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (538)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne