Şirnex – Li bajaroka Dêrgulê Reşît Benzer 18 donum zeviya xwe ya kuncî lê çandiye li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo komunê veqetand û li bendê ye komuna çandiniyê were avakirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di gelek nirxandin û pirtûkên xwe de qala jiyana komunal dike û girîngiya komunan a ji bo jiyanek hevpar vedibêje. Di nirxandin û nivîsên piştî banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk de jî li ser girîngiya komunan rawestiyaye û gotiye hîmê civaka demokratîk yek jî jê avakirina komunan a di her beşa civakê de ye. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê Reşît Benzer li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a 27ê Sibatê biryar da ku zeviya xwe ya 18 donum ji bo komuna çandiniyê veqetîne.
‘Li ser banga Serokatiyê min biryar da’
Reşît Benzer diyar kir ku wî li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ev biryar daye û wiha got: “Bi salan e xewn û xeyalên Kurdan li ser jiyana tifaqî ye. Di bangawaziyên Serokatiyê de jî tim û tim komun heye. Kurd bi tifaqê dikarin xwe li ser piya bigirin. Beriya niha di çanda Kurdan de tifaq ango komun hebû. Lê bi modernîta kapîtalîst êdî guhertin çêbûye û gel ketiye nava cendereya komernîteya kapîtalîst. Ger em bi tifaqî tevnegerin û tişta serokatî ji me re dibêje, her wiha peywira danî ser milê me, em pêk neyînin, mixabin em nikarin ji nav vê cendereyê derkevin.”
‘Kî bixwaze bila were li vir çandiniya xwe bike’
Reşît Benzer destnîşan kir ku wî 18 donum erdê xwe hîbeyî rêxistina xwe kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Min li 18 donum erd kunciyan çandiye. Li kîjan deverê kî komun ava bike û bixwaze çandiniyê bike, ev zevî ya wê komunê ye. Bila werin em bi hev re çandiniyê bikin û bi hev re rakin û bi hev re bixwin. Ger em vê yekê pêk neyînin, em ê nekarin jiyana xwe berdewam bikin. Em bang dikin ku hemû kes di mile aboriyê de ji hev re bibin alîkar.”
‘Axa me dewlemend e’
Deşît Benzer herî dawî anî ziman ku axa Kurdistanê dewlemend e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Axa me gelekî dewlemend e. Em dikarin salê çend berheman rakin. Min beriya kunciyan genim li vê zeviyê çandibû. Meha hezîranê me çinî rakir û kuncî çand, van rojan em ê kunciyan jî rakir û em dikarin gelek berhemên cuda biçînin. Ji berk u robar li ber zeviyên me heye hewcehiya me bi motoran an jî bîrên avê tuneye. Dema me bi awayek rêk û pêk komun ava kirin û piştre koperatîf ava kirin buhabûn jî dê ji holê rabe.”