Dayika yek ji qadroyên pêşeng ên PKKê Sakîne Cansizê, Zeynep Cansiz a li nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê ya Îzmîrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Dayika yek ji qadroyên pêşeng ên PKKê Sakîne Cansizê, Zeynep Cansiz, di 6ê Nîsanê de li mala xwe ketibû û rewşa tenduristiya wê giran bûbû. Malbatê piştî bûyerê Zeynep Cansizê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê ya Îzmîrê. Zeynep Cansiz îro li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.













