Li Îlamê zilamekî hevjîna xwe Zehra Şehbazî ya 32 salî kuşt.
Rêxistina Mafê Mirovan Hana ragihand ku di rojên borî de jina Kurd a bi navê Zehra Şehbazî (32) ku ji Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hate kuştin. Hate diyarkirin ku hevjînê Zehra Şehbazî zêrên wê ji bo kirîna madeyên hişber firotiye û li ser wê di navbera wan de nakokî derketiye, di encamê de zilam bi çekê Zehra Şehbazî kuştiye. Rêxistina Mafê Mirovan Hana da zanîn ku hevjînê Zehra Şehbazî piştî kuştina wê reviyaye û heta niha jî nehatiye girtin. Li gorî heman agahiyan, Zehra Şehbazî dayîka kurekî 14 salî û keçeke 9 salî bû.