Amed – Hasan Kaya 40 sal in li Çarşiya Şewitî ya Amedê karê dirûnê dike. Kaya diyar kir ku mişteriyên wî ji Amedê heta Ewropayê cilûbergên Kurdî ji wî dixwazin û got ku Kurdên li Ewropayê bêtir cilan dixwazin.
Çarşiya Şewitî li navçeya Sûrê ya Amedê ye. Dîroka vê sûkê jî kevnar e. Tu çi bixwazî lê peyda dibe. Gelek dikan lê hene û kelûpelên ku balê dikişînin ser xwe tên firotin. Ev sûk bi cihêrengî û pircureyên tiştan bala her kesî dikişîne ser xwe. Her dikanek bi rengekî xwe û xweşikiya xwe mişteriyan li xwe kom dike. Ji xelkê xwecihî bigire heta turîstên biyanî tên sûkê û danûstandinê dikin. Lê belê hin bêtir bala mirovên ji derveyî bajêr tên serdana sûkê dikin.
40 sal in dirûniya cilan dike
Yek ji dikandarên sûkê Hasan Kaya ye. Ew ji hê ji zarokatiya xwe ve dest bi kar kiriye û 40 sal in li sûkê karê dirûniya cilûbergên Kurdî dike. Hasan Kaya diyar kir ku ew ji 13-14 saliya xwe ve dest bi vê pîşeyê kiriye û got: “Ez ji biçûkatiya xwe ve cilûbergan didirûm û karê min berdewam dike.”
Hasan Kaya salên xwe yên dirêj ku daye vê pîşeyê bi bîr xist û wiha got: “Dema ku min dest bi kar kir ez gelek biçûk bûm, ji wê demê heta niha ez vî karî dikim. Fêrbûna min a kar jî ji meraqê bû. Dema ku hostayên min birîna parçeyên kincan dikirin gelek bala min dikişand. Gelek tişt jî ez bi xwe fêr bûm. Wê demê derfetên me ewqas bûn û ez mecbûr mam vê xebatê bikim. Lê ez hê jî bi kêfxweşî karê xwe dikim. Heta niha jî wisa didome.”
‘Dirûtina cilên jinan mirov mijûl dike’
Hasan Kaya da zanîn ku wî beriya niha jî şalwarên jinan didirût, ji ber ku daxwaza cilûbergên Kurdî yên mêran zêde dihatin kirin dev ji yên jinan berdaye û wiha axivî: “Zehmetiya çêkirina cilên jinan jî û yên mêran jî gelek e. Di navbera cilên jinan û mêran de gelek cudahî heye. Cilên jinan kedek mezin dixwaze. Mirov pê re pirr mijûl dibe. Kesên wek min ku cilûbergên herêma Amedê çêdikin zêde namene. Ez du karan bi hev re dikim. Ez hem cilan didirûm û hem jî perwerdehiya govendê jî didim.”
‘Em herî zêde yên herêma Amedê çêdikin’
Hasan Kaya anî ziman ku ew li gorî xwesteka mişteriyên xwe cilan çêdike û ev yek anîn ziman: “Gelek mişterî tên bêyî ku cilan bidin girêdan, yên min hazir kirine dikirin. Çêkirina cakêt û şalan carinan li gora modelan hin caran hefteyek û hin caran jî di sê rojan de em diqedînin. Di nav dirûnê de çêkirina herî zehmet a cakêtan e. Dema ku kar tunebe carinan di rojek du rojan de çêkirina cilan diqede. Di nava çêkirina van kincan de herî zêde yên herêma Amedê tên çêkirin û firotin. Şalwar, êlek û şewqeyên me yên heşt goşe, bêhtir tên firotin û xwelk tê siparîşê van dide. Gelek mişteriyên min hene ku ji derveyî bajêr jî dixwazin. Gelek mişteriyên me li vir hene û heta ku li Ewropayê jî hene. Xwesteka kesên me yên li Ewropayê ji yên Amedê zêdetir e. Gelek cilên ku ez çêdikim xelk di dawet û festîvalan de li xwe dike. Daxwazên her kesî li gora qam û kîloyên wan tê û em wisa dest pê dikin.”
Bihayên cilan
Hasan Kaya qala bihayê cilan jî kir û di dawiyê de wiha got: “Şalwar û êlek ji 2 hezar lîreyî dest pê dikin, heta 4 hezar 500 lîreyî diçe. Yên zarokan jî pirr nayên guhertin. Her çiqas di cilên zarokan de qumaş zêde naçe jî lê şixul û dirûtina wan ji yên mezinan zehmettir e. Di navbera wan de 500-700 lîre ferq heye. Bi tenê şal ji 2 hezarî heta 3 hezar lîreyî diçe. Qatlixek ji 7 hezar lîreyî dest pê dike heta 11 hezar û 500 lîreyî diçe. Ev zêdebûn ji qalîteya qumaş tê. Em rasterast qumaş ji fabrîqeyên li Stenbolê dixwazin. Heta ku ji destê me tê em ên herî giran û baş tînin.”