7emîn Rojên Ma Muzîke ya ku ji hêla Akademiya Ma Muzîkê tê lidarxistin, li baxçeyê Ma Muzîk Centerê dest pê kir. Rojên Ma Muzîkê ya îsal diyariyî Hunermend Nesrîn Şêrwanê hat kirin.
Rojên Ma Muzîkê ku ev heft sal in bi rêkûpêk tên lidarxistin îsal jî li baxçeyê Ma Muzîk Centerê bi diwana zarokan dest pê kir. 7emîn Rojên Ma Muzîkê dê heta 15ê hezîranê bi bernameyên cur bi cur berdewam bike.
Di roja destpêkê de gelek zarok û malbatên xwe tev li Rojên Ma Muzîkê bûn. Şagirtên Ma Muzîkê yên zarok derketin ser dikê bi amûrên wek keman, piyano, sentûr, bilûr û sêtêlê performansa xwe raber kirin. Zarok û malbatên ku tev li bernameyê bibûn bi performansa şagirtan kêfxweşiyeke mezin jiyan. Bername bi performansa şagirtan ya sêtêlê bi dawî bû.