Îranê bi moşekan rafîneriya Aramco ya Erebistana Siûdî hedef girt. Êrişa li ser Aramcoyê nîşan dide ku eniyên şer berfirehtir dibin.
Navenda enerjiyê Ras Tanura di bin agir de ye. Li gorî dîmenên ku li ser torên dîjîtal hatine parvekirin, rejîma Îranê rasterast tesîsên Aramcoyê yên li herêma Ras Tanurayê kirine hedef. Rafîneriya Ras Tanura yek ji navendên herî girîng ên hinardekirina petrolê ye. Tê ragihandin ku ev tesîs rojane nêzîkî 550.000 bermîl petrolê hildiberîne. Her wiha Şîrketa dewletê Aramco, bingeha sereke ya aboriya Erebistana Siûdî ye. Êrişa li ser vê şîrketê, rîskeke mezin ji bo bihayên petrolê çêdike.
Ev geşedan wekî nîşaneya belavbûna şer li seranserê Rojhilata Navîn tê nirxandin û şîrovekirin.













