Îranê bi şev, bi du fuzeyan êrîşî biryargehên Komelayê yên li Geliyê Alaneyê yên li Hewlêrê kir.
Êrîşên Îranê yên li dijî Kurdan didomin. Îranê bi şev, bi du fuzeyan êrîşî biryargehên Komelayê yên li Geliyê Alaneyê yên li Hewlêrê kir. Endamê Encûmena Serokatiyê ya Komelayê Emced Huseyîn Penahî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal X ê daxuyanî da û got ku Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şer ve, zêdetirî 82 caran êrîşî biryargehên Komeleayê kiriye.
Piştî êrîşa li ser baregeha Komelayê, Îranê bi şev êrîşên xwe yên li dijî welatên din jî domand. Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya girêdayî Muhafizên Şoreşê, daxuyand ku ligel Herêma Kurdistana Federe, êrîşî baregehên DYAyê yên lu Quweyt û Bahreynê jî hatiye kirin.













