• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bila ev 8ê Adarê bibe wesîleya yekîtiya jinên Kurd’

Esra Polat- Gulîzar Turkoz/AW

3 ADAR 2026 - 10:54
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur ku duh li Amedê komcivînek li dar xistin, destnîşan kirin ku di vê pêvajoyê de yekîtiya jinên Kurd di her beşê de gelekî girîng e û wiha gotin: “Hêviya me ew e ku ev 8ê Adarê bibe wesîleya yekîtiya jinên Kurd.”

 

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bi dirûşma “Bi pêşengtî û yekîtiya jinên Kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê komcivînek li dar xist. Parlamenter, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek jin tev li komcivînê bûn. Di dawiya komcivînê de encamname hate aşkere kirin. Platformê destnîşan kir ku êrîşên li ser herêmê pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurd êdî kiriye pêdiviyeke jiyanî ku nayê paşxistin û got: “Ji bo parastina hebûna me, ji bilî ‘yekîtî û aştiya navxweyî’ tu rêyeke din a serkeftinê tune ye.” Jinên ku tev li komcivînê bûn ji ajansa me re axivîn.

‘Em daxwaza jiyaneke azad dikin’

Aktîvîsta TJAyê Esra Kahraman têkildarî 8ê Adarê axivî û wiha got: “8ê Adarê ji bo me gelekî girîng e. Çima girîng e? Ji ber ku em jin li dijî tundî, şer û zordariyê disekinin. Ev roj ji bo me gelekî muhîm e û jixwe hemû xebatên me jî li ser vî esasî tên meşandin. Em daxwaza jiyaneke azad û wekhev dikin. Ev 8ê Adarê ji bo me xwedî girîngiyeke taybet e. Sedema vê ew e ku li Rojhilata Navîn em di nava xelekeke şer û agir de ne. Lê belê, di nava vî agirî de, em jinên Rojhilata Navîn dibêjin ku divê aştî hebe. Aştî ji bo me wekî hêviyekê ye. Ne tenê di vê pêvajoyê de, bi sed salan e em ji bo vê aştiyê têkoşîna xwe didomînin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn û li Bakur pêvajoya avakirina civaka demokratîk û aştiyê dest pê kiriye û armanca me jinan jî aştî ye, ev 8ê Adarê ji bo me hîn girîngtir dibe. Hest û ramanên me di vê wateyê de gelekî kûr in. Em dibêjin yekîtiya jinan yekîtiya mirovahiyê ye û bêguman yekîtiya jinan wê yekîtiya kurdan jî ava bike; ji ber ku jin pêşengên vê pêvajoyê û pêşengên yekîtiyê ne. Lê em ne daxwaza yekîtiyeke yekreng û yekzimanî dikin; em dibêjin em yekîtiyeke bi her reng û her zimanî dixwazin. Em yekîtiyeke ku tê de wekhevî hebe diparêzin. Ez 8ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim û diyar dikim ku ji bo wekhevî û azadiyê, pêwîst e têkoşîna me bi pêşengiya jinan berdewam bike.”

‘Yekîtiya jinan dê bêguman yekîtiya neteweyî ava bike’

Hevşaradara Elihê Gulîstan Sonuk ku qeyim tayînî şûna wê hatiye kirin jî anî ziman ku di pêvajoyeke gelek dîrokî de komcivînê li dar dixin û ev tişt gotin: “Di pêvajoyeke ku rastî salvegera bangawaziya 27ê Sibatê tê de, lidarxistina komcivîneke bi vî rengî ji bo me gelekî girîng e. Di vê pêvajoyê de, em wekî jinên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê nîqaş dikin bê ka em çawa dikarin yekîtiya neteweyî û yekîtiya demokratîk ava bikin. Heta niha di çalakî û axaftinan de tenê jinên welatparêz ên Kurd derdiketin ser dikê, lê vê carê li her derê, li gel siyasetmedaran, wê axaftin li ser navê platforma yekîtiya jinên Kurd bên kirin. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. Ji ber vê yekê, ev komcivîna beriya 8ê Adarê wê plansazî, nexşerê û nêrîneke nû bide pêşiya me. Lidarxistina komcivînê di vê demê de ji bo me gelekî watedar e û em girîngiyeke mezin didinê ku em ê li vê derê nexşerêyeke nû diyar bikin.”

‘Jin yekîtiya xwe pêkbînin dikarin li dijî hemû êrişan bisekinin’

Hevşaredara Elbakê ya Wanê Şengul Polat jî di destpêka axaftina xwe de hemû jinên berxwedêr û têkoşer silav kir û wiha got: “Îro wekî platforma jinên Kurd em li vê derê kom bûn. Wekî ku tê zanîn, bi sed salan e li Rojhilata Navîn her tim şerên qirêj diqewimin; di encama van şeran de jiyana gelan û mafên wan bi her awayî tên binpêkirin. Li ser navê jinên Kurd, em destnîşan dikin ku di salvegera bangawaziyê de ya ku ji hemû gelan re hatibû kirin, hatibû gotin ku li Rojhilata Navîn îradeya xwe derxînin holê û xwedî li mafên xwe derkevin. Em jî wekî jinên Kurd li ser avakirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd nîqaş dikin. Em ber bi 8ê Adarê ve diçin û hûn dizanin ku çend meh beriya niha êrişeke mezin li ser gelê Rojava pêk hat. Berxwedaniya jinên wê derê ruhekî nû derxist holê. Ya yekemîn, divê em vê civîna xwe bi silavkirina berxwedaniya Rojava dest pê bikin. Heke jinên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê yekîtî û tifaqa xwe pêk bînin, ew ê karibin li hemberî her cûre êrîşan sekna xwe bidin nîşandan û wê gelek tiştan biguherînin. Bi vî rengî em ê îro 8ê Adarê pêşwazî bikin. Hêviya me ew e ku ev 8ê Adarê bibe sedema yekîtiya jinên Kurd a li her çar perçeyan û li dîasporayê.”

‘8ê Adarê dê bibe mînakeke mezin’

Wênesaz û endama platformê Rûken Ekîncî derheqê yekîtiya jinan de ev tişt got: “Bêguman, di vê pêvajoyê de yekîtiya jinên Kurd gelekî pêwîst û girîng e. Ji ber ku em di nav pêvajoyekê de ne ku êrîş lê zêde dibin û xisarên mezin çêdibin. Ji bo rawestandina vê pêvajoya xirab, divê em bibin yek. Di vê pêvajoyê de yekîtiya jinên Kurd di her beşê de gelekî girîng e. Wekî mînak, îro ez wekî hunermendekê dikarim di qada xwe de jî vê têkoşînê bimeşînim; ez dikarim vê pêvajoyê û berxwedana jinên Rojava û Bakur di berhemên xwe de bidim nîşandan û vebêjim bê yekîtiya wan divê çawa be. Tevî ku jinên Kurd ewqas di nav şer de ne, dîsa jî di huner û her qadê de xwedî hêz in. Jin bi her awayî jiyan e. Ji ber ku jin jiyanê diafirîne, yekîtiya jinên Kurd wê bibe sedema afirandina jiyaneke nû. Di vê pêvajoyê de, ev yekîtî wê bibe zimanê jinan û zimanê aştiyê. Ev pêvajo dê barê jinan hinekî siviktir bike. Jixwe di rastiyê de, ev şer li dijî jinan e. Ez dikarim vîna jinan bînim ziman; ev yek gelekî girîng e. Ez bawer im ku ev 8ê Adarê wê bibe mînakeke geleke mezin. Jinên Kurd ku di jiyana xwe de û di nav şer de, tevî ewqas tiştên ku têne serê wan xwedî hêzeke ewqas mezin in, bi saya vê konferansa yekîtiya jinên Kurd wê nêrîneke gelekî balkêş derxînin holê û hêzê bidin hev. Ev yekîtî di vê pêvajoyê de wê bibe çavkaniya hêzê him ji bo jinên cîhanê û him jî ji bo jinên li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava. Yanî yekîtiya jinên Kurd gelekî girîng e. Ev hevgirtin di vê konferansê de xwe nîşan da; em bi vê yekê gelekî kêfxweş in.”

Etîket: 8ê AdareEsra KahramanGulistan SonukRûken EkîncîŞengul PolatTJAYekitiya Jinên Kurd a Bakur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

2 ADAR 2026
Li Dîdîmê coşa 8ê Adarê: Em bi berxwedanê jiyaneke azad dihûnin

Li Dîdîmê coşa 8ê Adarê: Em bi berxwedanê jiyaneke azad dihûnin

2 ADAR 2026
Ji jinên girtî re qert û fularên pîrozbahiya 8ê Adarê şandin

TUHAY-DERê jinên girtî re kefiyên 8ê Adarê şand

2 ADAR 2026

Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

2 ADAR 2026
Li Îzmîrê Starta 8ê Adarê: Em ê bibin hêza pêşeng a pêvajoya aştiyê

Li Îzmîrê Starta 8ê Adarê: Em ê bibin hêza pêşeng a pêvajoya aştiyê

28 SIBAT 2026
Otomatik taslak

Platforma Jinan a Enqereyê bernameya 8ê Adarê eşkere kir

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • CENTCOM: Li Kuweytê 3 balafirên şer bi xeletî hatin xistin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (93)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne