Wezaretê Dadê Akin Gurlek ragihand ku wan derbarê Rahmî Koç de ji ber gotinên nîjadperestiyê lêpirsîn dane destpêkirin.
Derbarê Rahîm Koç ku duh li nexweşxaneyeke Îzmîrê derbarê jinên Kurd de gotinên zayendperest û nîjadperest kiribûn, lêpirsîn hat destpêkirin. Wezaretê Dadê Akin Gurlek bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da û da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn daye destpêkirin.
Akin Gurlek bi lêv kir ku edalet li gor statuya mirovan tevnagere û ew gotinên rûmeta jinan bin pê dike qebûl nakin.








