• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ li Strasbourgê çalakî

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ li Strasbourgê çalakî

    Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ li Strasbourgê çalakî

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ li Strasbourgê çalakî

    Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

Mahmût Altintaş / AW

6 HEZÎRAN 2026 - 09:23
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Dr. Fadil Bedîrhanoglu derbarê Konferansa ‘Di Sedsala Duyemîn de Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ de diyar kir ku hemû beşên civakê dê tevlî konferansê bibin û wiha got: “Em hêvî dikin konferans bibe lingekî xurt a pêvajoyê. Hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê.”

Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan dê di 13 û 14ê Hezîranê de li Stenbolê konferansa ‘Di Sedsala Duyemîn de Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ bê lidarxistin. Konferans dê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê were birêvebirin. Gelek rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen û aktîvîst wê weke axaftvan tevlî konferansê bibin. Her wiha partiyên siyasî jî dê ji bo konferansê werin vexwendin.

Dr. Fadil Bedîrhanoglu ku di nav kesên gazîkerê konferansê de cih digire derbarê konferansê de ji ajansa me re axivî.

Fadil Bedîrhanoglu bi lêv kir ku Komara Tirkiyeyê li ser tunehesibandina gel û baweriyan ava bûye û wiha axivî: “Beriya avakirina komarê digotin ew komar dê bibe komara Tirk û Kurdan. Lê piştî avabûna komarê derket holê ku komar li ser yek netew û nijadperestiyê hatiyê avakirin. Komarê hemû netew û bawerî tunehesibandin. Sed sal in ew polîtîka tên meşandin. Van polîtîkayan ji bilî êş, şer, belengazî û koçberiyê tiştek neda gelan. Em ketin sed saleke nû. Di vê sedsala nû de tevgera PKKê biryara bidawîkirina şerê çekdarî da û pêvajoyek dest pê kir. Ew şanseke mezin e. Tiştên hatin xwestin tevgera PKKê bi cih anî. Devlet Bahçelî beriya pêvajoyê gotibû bila rêxistinê fesih bike û were meclise biaxivê. Lê tevî vê yekê ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber nehatin avêtin. Divê welatî jî ji bo vê pêvajoyê bêdeng nemînin. Yanî nebêjin ew di navbera rêxistinê û dewletê ye. Divê welatî jî tevlî pêvajoyê bibin. Welatî dengê xwe bilind bikin û ji dewletê re gavan bide avêtin. Divê hemû beşên civakê dengê xwe bilind bikin û ji bo avêtina gavan zextê li dewletê bikin. Divê sedsala nû weke sedsala derbasbûyî nebe.”

‘Hemû beşên civakê dê tevlî konferansê bibin’

Di berdewama axaftina xwe de Fadil Bedîrhanoglu destnîşan kir ku ji ber sedsala nû ya komarê weke sedsala derbasbûyî nebe tunehesibandina gelan û baweriyan wan hewcedarî bi konferanseke bi vî rengî dîtiyê û wiha pêde çû: “Weke kesayetên sivîl me biryar girt ku em Stenbolê konferanseke li darbixînin. Em dixwazin hemû beşên civakê tevlî konferansê bibin û deng bidin vê daxwazê û guherînê bi hev re bikin. Divê gel mafên xwe xwedî derbikevin. Li Tirkiyeyê hemû welatî maxdurin. Ji bo wê divê hemû kes jî dengê xwe derxînê. Taybetmendiya vê konferansê ew ê ku di bin bane tu partiyên siyasî de nînê. Bi temamî sivîlê û hemû beşên civakî jî dê cih bigirin. Em dikarin bejin hemû beşên Kurdistan û Tirkiyeyê dê di konferansê de hebin.”

‘Em ê hemû partiyên siyasî vexwînin konferansê’

Fadil Bedîrhanoglu diyar kir ku ew dê partiyên siyasî jî vexwînin konferansê û ev tişt anîn ziman: “Daxwaza me ew ê ku partiyên ji sedsala derbasbûyî ne razî bûn werin tevlî konferansê bibin û ji bo sedsala nû gotina xwe bêjin. Em bang li partiyên siyasî bikin lê hê ne diyar e kîjan partî dê tevlî bibin. Di rojên pêş de dê diyar bibe. Divê partiyên siyasî ji pêvajoyê re bêdeng nemînin. Bêdengî teslîmbûna rewşa heyî ye. Hêviya me ew ê ku hemû partiyên dixwazin Tirkiye di vê rewşa hêyî ya aloz de derbikeve û bibe dewleteke bi rûmet tevlî konferansê bibin.”

‘Dewlet ji asta yek neteweyî derketiyê hatiye asta yekzilamî’

Bedîrhanoglu anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye û wiha got: “Dewleteke ku serokkomarê wê mekazagonê qebûl neke, biryarên dadgehan bicihneyne tê wateya têkçûyîna rejîm û dewletê. Yanî dewlet ji asta yek neteweyî derketiye hatiye asta yekzilamiyê. Divê hemû kes jî ji vê rewşe re bêje bes e. Heke dewleteke demokratîk bûna rewşa me dê wisa nebûna. Dewleta Tirkiyeyê di bingeha xwe de dewleteke dewlemend e. Lê ji ber van pirsgirêkan krîzeke mezin heye. Ew jî encama yek neteweyî ye. Em dikarin li ser demokrasiyê bigihêjin hevdu û bi hev re bijîn. Kurd weke Kurd, Tirk weke Tirk û hemû netew û bawerî bi nasname û baweriya xwe bijîn. Aramî wisa pêk tê.”

‘Hêviya me ew ê konferans bibe lingekî xurt a pêvajoyê’

Her wiha Fadil Bedîrhanoglu da zanîn ku ew dixwazin ew konferans bibe destpêka dengbilindkirina pêşberî neheqiyê û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Zilm li kê hatibe kirin weke ku li hemû kesan hatiye kirin dengê xwe bilind bikin. Em hêvî dikin konferans di vî warî de encameke xurt bigire û konferans bibe lingekî xurt a pêvajoyê. Hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê. Hemû kes ji bo pêvajoyê bikarin gotina xwe bêjin. Heke li Tirkiyeyê demokrasî pêk were dê ji Rojhilata Navîn re jî bibe mînak. Partiyên siyasî û saziyên civakî divê pêşeroja xwe baş binirxînin. Em hemû mecburî hev in. Divê rewşa heyî bê guhertin. Guhertin jî di destê me de ye.”

Etîket: Fadil BedîrhanogluKomara Demokratîkkonferansa demokrasiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

28 GULAN 2026
Bedîrhanoglu: Bi na xebate do mesajê Homayî, bi ziwanê xo bimusî

Bedîrhanoglû Quran wergerand Kurdî: Gelê me dê peyama Xwedê bi zimanê xwe fêr bibe

29 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pira Sêrtê ku zêdetirî çar meh in xerabe ye nayê çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (135)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne